11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji bo rojnameger Çoban ceza xwest

Der heqê Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Îsmaîl Çobanê girtî de, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û dozger ji bo Çoban ceza xwest.

Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi hinceta hinek nûçe û nivîsên di navbera 4’ê îlon – 30’ê îlonê û 1’ê cotmeh û 21’ê cotmeha 2014’an de hatine weşandin, der heqê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û ceza lê hatibû birîn. Doza Çoban berdewam kir.

Di dozê de cezayê hepsê yê salek û 8 meh û 25 rojan li Çoban hatibû birîn lê ceza hatibû taloqkirin. Lê ji ber ku di dozeke din de ceza li Çoban hate birîn, doza ku cezayê wê hatibû taloqkirin dîsa hate dîtin. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe da û xwest ku cezayê hepsê li Çoban were birîn.

Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Çoban tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû. Dozgeriyê mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozger xwest ku cezayê salek û 8 meh û 25 rojan ê rojnameger Çoban were ragihandin û xwest ku Çoban ji ber “Xala 7/2 ya Qanûna Hejmar 3713 a Têkoşîna li Dijî Terorê” ku dikeve çarçoveya “Propagandaya rêxistinê” were cezakirin. Dozger, îdia kir ku “sûc” bi riya çapemeniyê hatiye kirin û xwest ku di çarçoveya xala 43’yemîn a TCK’ê de cezayê Çoban were zêdekirin.

Parêzerê Çoban, Resûl Temûr jî ji bo parastinê xwest. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 18’ê nîsanê kir.