28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misir dixwaze roleke çawa li Sûriyeyê bilîze?

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî ya li gel nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen re ku şeva şemiyê pêk hatibû, diyar dibe ku Misir dixwaze rolekê di aloziya Sûriyeyê de bilîze.

Misir bi fikar e ku rola wê di Sûriyeyê de were paşguhkirin. Nemaze piştî ku Erebistana Siûdî ragihand ku ew ê têkiliyên xwe yên diplomatîk bi Şamê re vegerîne û Beşar Esed vexwend lûtkeya Ereban a ku dê gulana bê were lidarxistin.

Rojnameya El Ereb diyar kir: “Peywendiya Şukrî ya bi nûnerê NYʹyê yê Sûriyeyê re destnîşan dike ku Misir hewl dide cihê xwe di nava guhertin û veguhertinên nû yên li Sûriyeyê de bigire. Gelek dewletan peywendî bi Şamê re danîn û hewldan hene ku wê vegerînin nava civata erebî.”

Ev peywendî piştî 8 rojan ji serdana Feysel Mudaq a ji Misirê re pêk hat. Ev serdana Miqdad ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ya yekemîn e.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misirê de hate gotin, di şêwir û hemahengiya li gel nûnerê NYʹyê de, mijarên aloziya Sûriyeyê û çareserkirina wê bi rêbazên siyasî hatin nîqaşkirin.

Şukrî piştgiriya xwe ji bo çareseriya siyasî ya li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan anî ziman.

Li gorî biryara 2254ʹan a ku 18ʹê Kanûna 2015ʹan de hate dayîn, dan û standinên aştiyê li Sûriyeyê dest pê bikin, hikûmeteke demkî were avakirin, bi çavdêriya navneteweyî hilbijartin pêk werin, her wiha êrîşên li dijî sivîlan werin rawestandin.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê ji nûnerê NYʹyê re got, Misir girîniyeke mezin dide vegerandina ewlehî û îstiqrarê ya li Sûriyeyê.

Di daxuyaniya Misrê de hate gotin, her du aliyan li ser domandina şêwir û hemahengiyê ji bo dema bê li hev kir. Lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku 13ʹê Adara borî, Samih Şukrî bi nûnerê NYʹyê Geir Pedersen re hevdîtin kir û rêbazên çareseriya siyasî ji bo Sûriyeyê nîqaş kirin.

Li gorî rojnameya Ahram a Misirê, berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misirê Ehmed Ebû Zeyd wê demê got, Şukrî li avahiya wezareta karên derve ya li Qahîreyê pêşwaziya Pedersen kir. Ebû Zeyd destnîşan kir hemahengiya Misirê û aliyên navneteweyî ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê û bidawîkirina azarên gelê Sûriyeyê berdewam e.

Di beşeke din a rojnameya El Ereb de wiha tê gotin: “Misir, li gel hin dewletên Ereban ên din di serî de Îmaratê, roleke girîng ji bo vegerandina têkiliyên Sûriyeyê bi dewletên erebî re dilîze. Lê dewletên rojavayî vê yekê red dikin. Qeter jî hîna tu helwest nîşan nedaye.  Ji sala 2014ʹan ve Misir di nava hewldanan de ye da ku Sûriyeyê neyê parçekirin, her wiha banga parastina xaka wê û serdestiya wê dike. Di heman demê de hewldanan dike da ku dagirkeriya tirk a li bakurê Sûriyeyê bi dawî bibe. Eger Sûriyeyê di lûtkeya Riyadê de bi fermî vegere Komara Erebî, dê Misirê  di gelek dozên aktîf de hemahengiyê pê re vegerîne, derfetê li pêşiya firehkirina çarçoveya tevkariyê ya bi Iraq, Urdin, dibe ku paşê bi Îranê veke.”