2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehan Piştî lehiyê pirsgirêka ava gemar derket

Şaxa OHD’a Rihayê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li bajar eşkere kir û da zanîn ku piştî lehiyê, pirsgirêka ava gemar rû daye.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê û Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê raporek amade kir. OHD’ê rapora xwe li avahiya komeleyê parve kir.

Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Faîk Bayram got ku tevî hemû hewldan û serlêdanên wan jî gelek pirsgirêkên kronîk hêj berdewam in û wiha got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin ew e ku hejmara girtiyan ji kapasîteya girtîgehan gelek zêdetir e. Her wiha sewqên nexweşan a nexweşxaneyê tên derengxistin û ava paqij nayê peydakirin. Her wiha ji ber bihayên zêde yên li kantînê, girtî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin.”

Di rapora OHD’ê de ev tişt hatin tesbîtkirin:

* Jina bi navê A.S. ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê tê ragirtin û hevjînê wê M.S. ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Rihayê tê ragirtin, diyar kirin ku bi şev rastî lêgerîna tazî hatine. Divê tavilê der heqê peywirdarên ku ev sûcê îşkence û muameleya xerab kirine sûcdar û berpirsyar bên darizandin.

* Hat tespîtkirin ku di dema erdhejê de ziyaneke fîzîkî negihiştiye girtiyan, piştre xwestine xwe bigihînin malbatên xwe lê demekî dirêj ev derfet nehat dayîn. Her wiha derfetên ragihandinê hatin bisînorkirin, piştî erdhejê di daxwaza bijîşkan de pirsgirêk derketin, bi taybet jî kesên pirsgirêka diranan dijîn di vê mijarê de pirsgirêkên mezin jiyan, sewqên bo nexweşxaneyê di mercên nebaş de hatin kirin, di dema hatin û çûnê de rastî miameleya xerab hatine, di dema sewqan de lêgerînên ser girtiyan bi şêweyekî biçûkxistinê hatin kirin û bi vê sedemê jî girtiyan nekarîn biçin nexweşxaneyan.

*  Hat zanîn ku bi karesata lehiyê ya dawî re pirsgirêka ava gemar derketiye, heta demekî dirêj av hatine birîn, di demên dawî de tenê saetekê tê dayîn lê ava paqij bi têr nake, girtiyan neçar dikin ku ji bo xwe ji kantînê avê bikirin, lê bihayên li kantînê zêde ne û bi qasî tê xwestin jî nîne.

* Girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk û nexweşiyan giran lê peyda bûne hene. Lê ji ber ku Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê hate valakirin û ew girtî li girtîgehên din hatin veguhestin, hejmara girtiyan a li qawîşan pir bi ser kapasîteyê re ye, qawîş qelebalixin, ava paqij tune ye û ev yek jî rê li ber nexweşiyan vedike.

* Yek ji pirsgirêka giştî ya jinan ew e ku nikarin alavên şexsî peyda bikin. Pirsgirêka ped, şampuan û hwd. heye û rêveberiya girtîgehê van pêdiviyan pêşwazî nake.

* Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi awayekî sîstematîk biryarên keyfî dide û mafên girtiyan binpê dike, daxwaza girtiyên ku dîroka wan a berdana bi şertê kontrola edlî tê redkirin, her wiha bi awayekî derhiqûqî û keyfî daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî ya girtiyan tê redkirin.”