6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em

Koma rebêjan Kejoo, Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn ji bo Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk strana “Hatin em” ji bo hilbijartinê amade kirin. Danasîna stranê hat kirin.

Partiya Çepên Kesk lansmana danasînê ya namzetên xwe yên parlamenteriyê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê li dar xist. Di şahiya danasînê de nasîna strana “Hatin em” a ku ji aliyê koma rebêjan Kejoo, Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn ve ji bo xebata hilbijartinê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk amade kiribûn, hat kirin.

Ji bo stranê klîb jî hatibû amadekirin û li klîbê hat temaşekirin.

Gotinên stranê wiha ne:

“Hatin Em

Em in em, hatin em.

Hêy, dîsa em!

Em hatin hûn kî ne, hûn çi ne, çi fesl in?

Em em in, xofa kula dilê we.

Fermo ev der Rojhilata Navîn e.

Li van axan dinya bi zorê ye, ne bi dorê ye!

Çeperê me zexm e.

Gav bi gav û roj bi roj,

Êş û elem û birîn,

Her “Jin Jîyan Azadî”!

Tirsa me ji tirsê nîn e, tirs bixwe kefîl e.

Siberoj biaheng, netewa me binavûdeng.

Nevîçîçirkên Ehmedî Xanî hatin.

Feyza me Nîl e, her ilm û zanîn e.

Her parzemîn bila bi çavên seran bibîne.

Me şaristanî anî û li ber we jî danî.

Bi erş û ferş bi ahd û wad,

Bi sond û qesem, bi navê xwedê,

Bila dost û dijmin bizanin

Em ê bi ser bikevin teqez, em ê bi ser bikevin.

Dîsa em, dîsa tînin bîra te,

Tu yê hilbijêrî yê ku di bîra xwe de,

Heft roj mabû dîya me.

Ax sor, dar e hêvîya gel.

Di rêya wan de dimeşe ew zilamê ku bû sedema mirina Îpek Er, erê jixwe dîyar e,

Sê sal e deng nayê, Dayîka Gulistanê dibêje ka keça me? Bibêjin çi ye aqubet?

Roja Şemîyê ye, va ye dayîka min bi hesreta hestîyan kirine, ev çawa zihnîyet?

Destê me ji bo jîyanê di bin kavilan de bûn, ew 10 roj in nînin, niha dest birîn e.

Ew in asteng li ber jîyanê,

Tim bi destê qirêj tînin talan û girtin.

Dengê me ji bo azadî, xwezayê.

Fikra darê şîn hat û ti car nayê kuştin…

Va em dibin yek ji bo roja peşî bi me re.

Çend gavê din bavê, têkeve mala dilê me.

Birê min kanî dengê xwe, dibe dengê min dengê te.

Ji bona tarî nekeve ti carî ser hevîya me.

Bavê gavekê, gavekê, gaveke din.

Xerîbîyê nekişîne, em bi xwe ne, tune kesî din.

Lê fedî neke, xwe wilo neke.

Îro ez im, tu yî, ew e, yanî yek e.

Navê min Serêkanîyê, ti carî neketim, ez neşikestim.

Bawerîyê bîne ez neketim bindest.

Bi hevîya milet ez rabûm, kes neke minet.

Kekê min, dest bide min dest, em pev re bêjin: dîsa em!

Em in em, hatin em.

Hêy, dîsa em!”