19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate berdan

Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz ku li Îzmîrê hatibû binçavkirin û girtin, hate berdan.

Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz li ser îfadeyên şahidên nepen-eşkere û bi hinceta xebatên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad, di 6’ê sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Îzmîrê hatibû binçavkirin û girtin. Danişîna ewil a rojnameger Yildiz li 21’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bayrakliyê hate lidarxistin. Rojnameger Nazlican Yildiz û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Malbata Yildiz, Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, HDP û rojnameger jî tev li danişînê bûn.

Rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Nazlicanê diyar kir ku wê çalakiyên xwe di çarçoveyeke aştiyane de pêk anîne û daxwaza berdana xwe kir.

Piştre jî li îfadeyê şahidê nepen 900 hate guhdarîkirin. Şahidê nepen îdia kir ku Yildiz di nava rêxistinê de weke Rojîn tê zanîn û got bi talîmata rêxistinê di nava însiyatîfê de cih digire. Piştre jî dozger axivî û xwest ku Yildiz were girtin.

Ji parêzerên Yildiz, Serhat Işik jî da zanîn ku îfadeyên şahidê nepen şênber nînin û xwest ku miwekîla wî were berdan. He wiha parêzer Aryen Turan jî destnîşan kir ku nabe ku çalakiyên înîsiyatîfê weke sûc bên qebûlkirin.

Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe da û Yildiz bi şertê kontrola edlî berda.