19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji rojnamevan Orûç re 22 salan ceza xwest

Di doznameya rojnamevanê girtî Mehmet Şah Orûç de ji bo 35 nûçeyan heta 22 sal û 6 mehan cezayê hefsê hate xwestin. Nûçeyên Orûç ên bi îmze û nûçeyên têkildarî wî de hatibûn çêkirin weke “delîl” hatin nîşandan.

Doznameya der barê rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê yek ji rojnamevanên di 27’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ber îfadeyên şahidê aşkere Umît Akbiyik dihate bi rê ve birin hatibû girtin, hate temam kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara ‘bêrayetiyê’ da û îdiname ji Bedlîsê ya ku Orûç lê dijî re şand.

2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê îddîanameya bi îddîaya ‘endamê rêxistinê’ hatiye amadekirin qebûl kir û wê ji bo danişîna ewil dîrokê aşkere bike.

Agahiya veşartî ya herkes dizane

5 rûpelên destpêkê ya îdianameya ji 63 rûpelan pêk tê weke gelek îdianameyan de tê dîtin ji “birêvebirina PKK/KCK’ê” re hate veqetandin. Di beşên din ên îdianmeyê de îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên derbarê xebatên rojnamevaniyê yên Orûç de û 35 nûçe cih girtin. Di îdîanemeyê de hat gotin ku nûçeyên bi îmze yên Oruç ên di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatine weşandin “tên lêpirsînkirin.” Şahidê vekirî Umît Akbiyik weke ku agahiyeke veşartî be diyar kir ku Orûç di MA’yê de dixebite û îdia kir ku ji malperên wekî ANF’ê û Nûçe Ciwan re jî nûçe şandine.

Dozger ceza xwest

Di berdewama îdianameyê de hate îdiakirin ku nûçeyên Orûç çêkirine “di çarçoveya hedefên rêxistinê de hatine çêkirin û ji rêxistinê re xizmetê dikin”. Di encama îdianameyê de jî hate îdiakirin ku Orûç sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye û derbarê wî de 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate daxwazkirin.