21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir

Malbata Şenyaşar a demekî dirêj li ber Wezareta Dadê hate rawestandin, bi cîgirê Wezareta Dadê Ramazan Can re hevdîtin kir

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar ên di roja duyemîn çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Enqereyê didomînin de ji bo bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin hatin ber avahiya Wezareta Dadê. Malbat demekî dirêj li ber wezaretê hate rawestandin pişt re ji bo ku bi cigîrê Wezareta Dadê Ramazan Can re hevdîtinê bikin girtin hundirê avahiyê.

Hate diyarkirin ku naveroka hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin wê pişt re bên parvekirin.

Li dora Wezareta Dadê bergiriyên ewlehiyê yên zêde hatin wergirtin. Weke duh îro jî rojnamevan ji aliyê polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin.

Malbata Şenyaşar a duh ji Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya, newergirtibûn avahiya wezaretê û ji bo nekevin wezaretê jî deriyê wezaretê ji aliyê peywîrdarên ewlehiyê yên li wê derê ve hatibû girtin.