17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da

Li Hezexê di lêpirsîna der barê 5 kesan de ku ji ber tevli çalakiyên Kobanê bûne hat destpêkirin, bi hinceta "bi şîroveyan hukum nayê dayîn" biryara neşopandinê hat dayîn.

Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestokirinê hatibûn lidarxistin. Ji ber vê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 kes tên darizandin. Ji ber van çalakiyan ji xeynî siyasetmedaran der barê gelek kesan de jî lêpirsîn hatibûn destpêkirin. Ji van lêpirsînan hin jê veguherîn dozê û hin jê jî hê didomin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamiyayê Ahmet Kanbal li navçeya Hezex a Şirnexê bi hinceta tevli çalakiyên Kobanê bûne bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” der barê A.K., F.K., H.,E, M.S.A. û Ş.D. û 2 zarokan de di 2014’an de lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hezexê de, ewilî dosyeya 2 zarokan hat tefrîkkirin. Paşê ji bo dosyeyê biryara “nekarbidestiyê” hat dayîn û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî di meha Nîsanê ya 2023’yan de der barê A.K., F.K., H.,E, M.S.A. û Ş.D. de biryara “neşopandinê” da. Sedema biryarê jî teblîxî welatiyan hat kirin.

 Biryareke emsal

Dozger di biryara xwe ya di wesfê emsalê de, diyar kir ku di dosyeyê de delîl hatine berhevkirin. Dozger ji bo rapora Laboratûvarê ya Krîmînal a Herêmê ya Enqereyê ya ji bo dîmenên kamereyan jî diyar kir ku “ne pêkane ku mirov bibêje kesên di dîmenan de ev kes in.”

Dozger di biryara xwe de îşaret bi biryareke Lijneya Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind de kir û got: “Bi şîroveyan hukum nayê danîn”. Dozger der barê her 5 kesan de biryara “neşopandinê” da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetmedar ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin. Siyasetmedarên kurd bi salane di wê dozê de dîl tên girtin û dadgeh biryareke wiha derbarê vê dozê de nade.