3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm Wanê talan dike û taxan difiroşe

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, 36 milkên li Taxa Yenîcamî ya navçeya Artemêtan derxist firotinê. Bi vî awayî hema bêje tevahiya taxê derxistiye firotinê

Serokatiya Daîreya Emlak û Îstîmlakê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, 36 milkên ku li Taxa Yenîcamiyê ya Artemêtana navçeya Artemêtanê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ne, bi buhayeke pir kêm û bi erzanî derxistiye firotinê.

Firotina taxê li Salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 20’ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 10:00 de li Salona Civînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Taxa Îpekyolu Seyît Fehîm Arvasi D Bloka 2’yemîn a Salona Civînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin.

Şaredariya qeyûm li ser malpera ilan.gov.tr ê her du taxan xistiye ber firotinê, li ser deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê jî buhayê milkên ku tên firotin nivîsandine. Karên firotinê ji aliyê Serokê Daîreya Îstîxbarata Emlakan Sînan Ozdemîr ku navê wî gelek caran bi gendeliyê di rojevê de ye û Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mucîp Guven bi rê ve dibin.

Hat diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji sala 2016’an vir ve bi qasî 5 milyar TL deynê qeyûman heye. Şaredariyên qeyûman li cihê ku teqez wê HDP qezenc bike, naxwaze tu mal û milk HDP’ê bihêle,

Şaredariya qeyûmê di meha Tebaxê de li navçeya Artemêtanê 13 erd û avahî derxistibû firotinê û bi yek biryarê li navçeyê bi giştî 213 hezar û 457 metrekare erd hat firotin. Hin erdên derxistine firotinê park, termînalên otobusê, salonên dawetê û avahiyên din hene.