20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Farshad: Rojnameyên Îranê cihekî mezin dan Ocalan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Wê demê kurdan li gelek welatan çalakiyên girseyî li dar xistin û komplo şermezar kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê jî çalaki hatin li dar xistin. Yek ji parçeyên Kurdistanê jî rojhilatê Kurdistanê bû. Têkildarî çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê Dr. Farshat Pisoureh nirxandin kirin.

Dr. Farşhat Pisoureh anî ziman ku sala 1999 ji bo gelê kurd rojek reş bû û wiha got: “Ew roj di hêj bîra min de ye. 23 sal berê em zarok bûn. Em xwendekar bûn. Diçûn dibistanên wan. Wê demê me bihîstibû ku kesek bi navê Apo li bakurê Kurdistanê ji bo mafê kurdan xebatê dike. Di 15’ê Sibatê de dema ez ji dibistanê hatin gotin ‘Li nava bajarê Urmiyeyê xwepêşandan heye’. Şev bû millet derketibûn kolanan. Gelek kes li pêş balyozxaneya Tirkiyeyê kom bûbûn. Gotin di xwepêşandanan de gelek kes hatine kuştin û gelek kes hatine girtin. Dîsa li Tehranê berxwedanek hebû. Dewleta Îranê ji ber ku cîrahê Tirkiyeyê bû nedixwest çalakî zede li nava Îranê li dijî Tirkiyeyê pêş bikevin. Li aliyê din ji ber ku li dijî hêzên wekî Îsraîl, Amerika û hêzên kapîtalîst bû dixwest çalakî bêne li dar xistin.”

‘Ew roj wekî dîrorek reş di bîra me de ye’

Dr. Pisoureh anî ziman ku muhafazakariya Îranê bû sedem ku rê li pêş çalakiyan bigire û wiha berdewam kir: “Îranê xwest ku çalakiyan kontrol bike. Lê me dît ku li Sineda, Kamyaran, Mahabad, Urmiye, Maku, Tehranê û li tevahiya bajarên ku kurd lê dijîn, tev li çalakiyan bûbûn. Kurdan bi çalakiyên xwe plana li dijî Serok Apo hatibû amadekirin pûç kirin. Ew roj wekî dirokek roja reş di bîra me de maye. “

‘Gelek alozî di navbera Îran û Tirkiyeyê de pêş ketin’

Pisoureh bal kişand ser geşedanên li Bakurê Kurdistanê û wiha axivî: “Li Îranê pazêzgeha kurdan heye. Li wê parêzgehê, kurd hebûn. Wê demê destûr dan ku kurd xwe peşandanan li dar bixin. Lê balafirên şer jî li ser sînorê îranê êrîş kirin. Wê demê gelek alozî di navbera Tirkiye û Îranê de hebû. Li gelek bajaran bê destûr derketin derve. Dîsa di navbera gelê Îranê û hêzên ewlehyê de gelek alozî û nexweşî çêbûn. Li Rojhilat ji wekî Başûr, Bakur û li tevahiyê beşên din ên kurdistanê xwepêşandan  hebûn. Kurdan bi dengekî bilind dengê xwe gîhandin cîhanê. Wî dengê li cîhanê belav bû diyar kir ku Apo ne tenê Serokê gelê Kurdan e. Li çar parçeyan gelê me wekî fîşengekê ye. Wekî serokekî mezin ji bo gelê kurd parastin kiriye. Gel amade ye ku canê xwe û ruhê xwe ji bo azadiyê bidin.  Tevahiya kurdên me ji kurdbûna xwe hez dikin. Kesên ku ji bo gelê kurd jiyana xwe û bedena xwe dane, kurd jî amade ne ku ji bo gelêxwe bedena xwe bidin.”

Piştî pirtûkê Serok wergerî farisî kir gel bêtir ew nas kir

Dr. Pîsoureh li ser parastnameyên Ocalan jî rawestiya û wiha lê zêdekir: “Min di vê pêvajoyê de gelek Rojnameyên Îranê çavdêrî kir. Heta demekê min rojnamevanî kir. Heta min doktoraya siyasete qedand min gelek rojname şopandin. Rojnameyên Îranê gelek eleqe nîşanî rewşa Ocalan didan. Em dikarin bêjin 10 pirtûkên Ocalan li Îranê wergerî farisî hatine kirin. Belkî nêzî 100 pirtûkên serok ên li ser mafên mirovan nivîsinê hene. Gelek hatine wergerkirin. Piştî pirtûkên serok wergerî farisî hat kirin û şûnde gelê Rojhilat bêtir Serok nas kir. Fikrên wî di nava xelkê de belav bû. Piştî pirtûkên wî xwendin, felsefeya wî bêtir hat naskirin.

Min di arşîva xwe de hin rojnameyên îranê kom kirin. Di rojnameyên îranê de cih dide Serok Apo. Dema serok di girtîgehê de bû. Gelek rojnameyên Îranê bal kişandin ser darizandin û cezayê îdamê yê dabun Serok. Di tevahiya rojnayen Îranê de rewşa li dijî Ocalan hat nivîsandin. Temami rojnameyên Îranê biryara Yekîtiya Ewropa ku cezayê darvekirinê nedin Serok nivîsandin.”

‘Ji MED’an heta Mezopotamya bi hevre jiyane’

Di serdema Serokomariya Seyîd Muhamed Xatemî de qetilkirinên li ser hev hebûn ku gelek mirov bi rêya îstîxbardatê hatibûn kuştin. Di demsala zivistanê de dema Serok hat girtin, Îran ditirsiya, lê hêz dikir ku qala kurdên li Îranê bike. Ji ber ku kurd jî wekî nîjadek qebûl dikir. Qebûl dikir ku kurd jî li gel farizan dîrokek bi hevre jiyan e. Di serdema Mezopotamya heta MED’an bi hevre jiyane. Di aliyê çand, ziman û kevneşopiyan de gelek aliyên wek hev hene.”

‘Ku derfet bidin Ocalan dikare sulha Rojhilata Navîn pêş bixe’

Dr. Farshad Pisoureh li ser xebatên rojhilata Kurdistanê yên ji bo azadiya kurdan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Li Îranê beşek Partiya Demokratên Kurdistana Îranê heye. Di nava soran, kelhor, loran û goranan de de gelek kes hene ku fikra wan li ser fikrên Ocalan û îmraliyê ye. Îro çi li bakur pêk bê, bandorê li ser jiyana kurdên Rojhilat a siyasî dike. Ji bo kurdên Îranê hin tişt pir girîng in. Beşa rojava, beşa başûr girîng in û girêdayî siyasta bakur in. Ji ber ku dema li Bakur hin mafên xwe bistinin, ev yek bandorê li ser rojhilat jî dike. Îran kurdan wekî millet dibîne. Ji ber vê yekê zêde dijberiya kurdan tune ye. Cil û bergê wan nas dike. Koma kurdên Tahranê heye Parastina zimanê kurdî dike. Li Tirkiyeyê dijminantiyek heye. Lê li Îranê ev yek tune ye. Dibêjin çima li Tirkiyeyê ev faşîzm heye. Li Stenbol û Îzmirê ku bi milyonan kurd lê dijîn, çima ev faşîzm heye. Bi taybetî li pişt siyaseta Tirkiyeyê ku panturkizmê de di şerê Qerebaxê de li dijî berjewendiyên Îranê tev geriyan. Îran li dijî faşîzma Erdogan ku li dijî gelêkurd pêş dixe. Îran piştgiriyêdide kurdan.  Gelek tişt li îmraliyê diqewimin. Bi beden wekî kesek li Girtîgeha Îmralî girtî ne. Lê di aliyê fîzîkî de di aliyê jiyana azadiyê de rêya gelekî nayên girtin. Serok dikare bi rêya aştiyê gelek pirsgirêkan çareser bike. Ku dewleta Tirkiyeyê derfet û rol bide Birêz Ocalan; Ocalan wê karibe ku di navbera kurd û tirkan de sulhekê çeke. Ev yek debandora xwe li ser Îran û Rojhilata Navîn bike. Ez daxwaza rizgarkirina Serko Apo dikim. Apo ji bo me hemûyan serok e.”