18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em dixwazin tifaqên fireh pêkbînin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniye li dar xist. Gunay, li ser rewşa tifaqên partiyên siyasî û hevdîtina di navbera 6 partiyên muxalefetê de axivî. Gunay, ani ziman ku dixwazin ku kurdek jî li derveyê tifaqa kurdî nemîne û wiha got: “Em tifaqa demokrasiyê sazdikin. Em kar û xebatên xwe yên tifaqa demokrasiyê roj bi roj xurtir û mezintir dikin. Em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêkbînin. Di meha Adarê de emê dest bi van hevditinên xwe bikin. Em ê helwdanên xwe mezin bikin da ku em tifaqa kurdî jî mezin bikin. Hedefa me ew e ku Kurdek jî li derveyê vê tifaqê nemîne. Ji bo ku tifaqa Kurdî, ji bo pêşeroja kurdan tifaqekî pir girîng e.”

‘Ya esas azadiya kurdan e’

Gunay, bang li hemû kurd û Kurdistaniyan kir û wiha got: “Banga me ew e ku  em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêkbînin xebat, azadiya gela Kurd biparêz in. Yekitiya kurdan phekbînin. Divê kurd guh nedin deng û gotinên zaliman. Ji bo kurdan tenê yekitiya kurdan, azadiya kurdan esas bê girtin. Ji ber ku roj roja yekitiya kurdan e. Em ji bo yekitiya kurdan jî emê tifaqa kurdî ava bikin û kar û xebatên wî bimeşîn in.”