3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du hunermendên nemir ên Zaxoyî

Du hunermendên kurd, Eyaz Zaxoyî û Erdewan Zagoyî di çand û hunera kurd de cihekî girîng girtine. Eyaz û Erdewan her çend koç kiribin jî bi awazên xwe di dilê kurdan de dijîn.

Em her tim hewl didin kesayetên girîng ên gelê kurd bi bîr bînin. Li vir jî em ê hunermendên navdar Eyez Zaxoyî û Erdewan Zaxoyî bi bîr bînin. Lewre girînge ku mirov kesayetên ji bo doza gelê kurd bi xebat, têkoşîn û hunera xwe tişt kiribin wan ji bîr neke û nede jibîrkirin! Em jî wekî pêywir hewildidin ku van kesayetên bi hunera xwe di têkoşîna civaka kurd de cihê xwe girtine  û bi jiyana xwe ev bedel dane bi bîr bînin.

Belê ji van hunermendên hêja Eyaz Zaxoyî, bi navê xwe yê din Eyaz Yûsif Ehmed di sala 1961’an de li bajarê Zaxoyê ji dayik dibe. Ji zarokatiya xwe ve ji hunerê hez dike û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de derbas dike. Eyaz xwendina xwe li Zaxoyê temam dike. Di dema xwendinê de di hin şahiyên xwendevanan de stranan distirê. Piştre serdana Radioya Bexdayê dike û li wir gelek stranan tomar dike.

Her wiha ligel hunermend Erdewan Zaxoyî jî hinek stranan tomar dike. Yekemîn kaseta wî di sala 1982’yan de dertê û bi wê kasetê nav û dengê xwe balav dike. Piştre di salên 1983, 1984 û 1985’an de jî kasetan çêdike. Yanî di jiyana xwe ya hunerî de wî tenê çar kaset çêkirin. Strana wî ya herî naskirî ya ‘Newroz hat bi gul û rihan’ e.

Hunermend Eyaz Zaxoyî, stranbêjekî naskirî yê herêma Behdînan e û xebateke berçav di warê muzîka kurdî û kurmancî kir. Hunermend di 25 saliya xwe de, di 20’ê çileya 1986’an de ji aliyê rejîma Beasê bi rêya jehrê tê kuştin.

Erdewan Zaxoyî

Hurnermendê dê din Erdewan Zaxoyî, bi navê xwe yê din Erdewan Elî jî di sala 1957’an de li bajarê Zaxoyê ji dayik dibe. Tê gotin ku di nav malbateke xizan de mezin dibe. Ji ber rewşa dijwar a jiyanê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Di sala 1978’an de yekem kaseta xwe derdixe. Lê hunermend Zaxoyî bi hestên kurdewarî tev diger û dibe pêşmerge. Li gel pêşmergatiyê jî xwebatên xwe yên hunerê didomîne. Bêguman dema ku mirov şoreşger be di nav têkoşînê de şert û mercên têkoşînê pêşxistina hunerê jî zehmetir dibe. Di rewşeke wiha de çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet te lê ew dixwaze hunera xwe pêşbixe û bigihîne gelê kurd.

Ji ber stranên şoreşgerî yên li ser kurd û Kurdistanê rejîma Beasê gelekî aciz dibû. Loma di 26’ê çileya 1986’an de, yanî şeş rojan piştî kuştina Eyaz Zaxoyî, di demeke ku Erdewan li hoteleke bajarê Bexdayê razayî ye, îstixbarata Baasê wî digire û winda dike, (dikuje).

Belê hunermend Zaxoyî gelek stranên şoreşgerî çêkirin ku heta niha jî ew stran her tên guhdarîkirin.