3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du rojan diçin, lê saetekê hevdîtinê dikin

Medîne Kaymaz ji bo hevdîtina kurê xwe yê di Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, du rojan rêwîtiyê dikin, lê tenê dikarin saetekê hevdîtin bikin

Medîne Kaymaz ji bo hevdîtina kurê xwe yê di Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, du rojan rêwîtiyê dikin, lê tenê dikarin saetekê hevdîtin bikin.

Dayika Bayram Kaymaz, Medîne Kaymaz a 80 salî ji ber zext û binpêkirinên mafê kurê xwe û girtyên din ên di Gîrttîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê de tên ragirtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovam (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Tevî dayikê gelek endamên ÎHD’ê jî tevli civînê bûn. Medîne Kaymaz destnîşan kir ku gelek girtî di bin şert û mercên zehmet de, li ber xwe didin û got: “Tiştên girtî dixwazin nadin wan, xwarinên wan xerab in. Fatureyên ceyranê didin lê belê nikarin avekê li xwe bikin. Dema ku mafên xwe dixwazin îşkence tê kirin, cezayên dîsiplînê tê dayîn.”

Medîne Kaylaz anî ziman ku ew ji bo hevdîtinê ji Îzmîrê diçe Tekîrdagê û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo hevdîtina saetekê, çûna min du roj dom dike. Bêedaletî û bêhiqûqiyê li zarokên me disepînin lê belê ne em ne jî zarokên me dê serî netewînin. Poşmantiyê li girtiyên 30 salî ferz dikin. Înfazên wan têne şewitandin, tên taloqkirin. Tekane sûcên wan Kurdbûn e.”

 Ne edalet e

Medîne Kaymaz anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e di Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ev tişt anîn ziman: “Ev du sal e nikare ne bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re hevdînê bike. Gelo, tenduristiya wî çawa ye, kes nizane. Ev ne edalet e. Kurd bi şer serî natewînin. Heke Ocalan azad bibe dê zextên li girtîgeha jî bi dawî bibin. Dê gelê Kurd jî gelê Tirk jî azad bibe. Heke tecrîd rabe dê herkesek bi rehet bijî. Êdî bêedaletiya li ser zarokên me tê meşandin bi dawî bibe.”