17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyê Wezareta Dadê 28 roj in ji Şenyaşar re girtî ye

Emîne Şenyaşar 28 rojin li pêş deriyê Wezareta Dadê Nobeta Edaletê digire

Emîne Şenyaşar 28 rojin li pêş deriyê Wezareta Dadê Nobeta Edaletê digire. Şenyaşar 28 roj in dixwaze bi Wezareta Dadê re hevdîtin bike, lê wezaret deriyê xwe venake.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku niha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar piştî 855 rojan li pêş Edliyeya Rihayê bê westan û rawestan çalakiya xwe berdewam kir, ji ber ku rayedarên Wezaretê û wekîlên li meclîsê ji bo edalet pêk bê û Emîne Şenyaşar bigêje armanca xwe tu gavên şênber neavêtin, Şenyaşar niha çalakiya xwe li Enqereyê berdewam dike. Emîne Şenyaşar îro di roja 28’emîn de çalakiya xwe berdewam kir.

Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî bi erebeya biteker siwar bûbû û kurê wê Ferît Şenyaşar bi dovîza li ser “Edalet” hatibû nivîsandin, ji Deriyê Meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan.

Rayedarên emniyetê yên li pêşiya Wezareta Dadê hewl dan nehêlin malbat li pêşiya wezaretê bisekine û piştre heta Meclisê jî şopandin.