spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Enqereyê hunermenda kurd Çiftçî şand girtîgehê

Polîsan îro hunermenda kurd Emel Çîftçî binçav kir û sewqî edliyeya Amedê kir. Heyeta Dadgehê jî piştî îfadeya Emel Çîftçî girt, biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê

Polîsan îro hunermenda kurd Emel Çîftçî binçav kir û sewqî edliyeya Amedê kir. Heyeta Dadgehê jî piştî îfadeya Emel Çîftçî girt, biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Hunermenda kurd Emel Çîftçî ku polîsan îro ew binçav kir, sewqî dozgeriya Amedê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” biryara girtina Çiftçî da û ew şandin girtîgehê.

Dozgeriya Enqereyê li dijî gelek  siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rojnamegerên kurd, lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê li ser îfadeya  şahidê nepen Ulaş, piştî îfadeya Emel Çiftçî girt, bi rêya SEGBÎS’ê ew sewqî Dadgeha Nobedar a Cezayê Sulhê ya Enqereyê kir. Dadgehê piştî li îfadeya Çiftçî guhdar kir, der barê Çîftçî de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Jinan a Amedê.

Parêzeran rapora tenduristiya Çîftî ya  pençeşêrê jî pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Lê heyeta dadgehê dîsa biryara girtinê da.