17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên kurdan êrîşa li dijî Ocalan şermezar kirin

Komek endam û rêveberên DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk êrîşa li dijî Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan çalakî li dar xistin û êrîş şermezar kirin

Komek endam û rêveberên DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk êrîşa li dijî Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan çalakî li dar xistin û êrîş şermezar kirin.

Amed

Endam, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li Qada Sêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê li dijî êrîşên leşkeran a li hemberî parlementerê Rihayê Omer Ocalan pêk anîbûn, daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aşîtiyê, endamên Komeleya 78’an, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn Abbas Şahîn, Hevserokê DBP’ê Hayrettîn Altûn, rêveber û endamên partî, sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Hûn nikarin vîna me tune bikin” vekirin. Hevseroka Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn daxuyanî xwend.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan li vir axivî û bal kişand ser êrîşa li dijî Parlementerê Rihayê hatibû kirin û wiha got: “Em ê heta dawî li dijî van êrîşan têbikoşin. Em li dijî êrîşên parlementeran û hemû saziyên me tên kirin serî netewînin. Ev pergal her roja ku diçe êrîşên xwe li ser gelê kurd zêde dike û ew ê têk biçe.”

Fermanên derqanûnî

Hevseroka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn jî diyar kir ku ew heta dawiya bibin şopînerên van êrîşan û wiha got: “Hêzên dewletê tenê êrîşî kurdan dikin. Bi êrîşên sîstematîk û navendî yên li dijî parlementerên kurd hemû bi hev re êrîşên xwe didomînin. Em van êrîşên li dijî partiya me û parlamenterên me dewam dikin, qebûl nakin. Banga me ji muxalefeta ku serê xwe di nava qûmê de dihêle û tiştên diqewimin ji nedîtî ve tê ye. Em ê serî li ber êrîşên bi vî rengî yên ku êrîşî îrade û saziyên gelê kurd dikin neterwînin. Hewl didin  ku hêza mûxalefetê qels bikin û bi vî rengî gel bêdeng bikin. Em ê serî natewînin û hesabê vê zilmê bipirsin. Ger lêpirsîn neyê vekirin dê bi awayekî vekirî diyar bike ku ew hevparê sûcê cendirmeyan in. Em ê der barê kesên ku sûcên hiqûqî kirine û bi fermanên derqanûnî pêk anîne, giliyê sûc bikin. Çi tesaduf e, mîna duh li Edeneyê, bi daxuyaniyên jet hewl tê dayîn ku van êrîşan rewa bikin. Em baş dizanin ku kîjan mejî fermana van êrîşan daye. Em bang li hemû gelên xwe, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin. Em ê êrîşên bêsînor ên vê dawiyê li ser parlamenterê me bi eşkereyî pêk hat teşhîr bikin û em ê hesabê van hemû êrîşan li ber hiqûqê bipirsin.”

Rêxistinên kurdan li gelek navendên din jî çalakî pêk anîn

Endam û rêveberên partî û rêxistinên civakî li Wan, Îzmîr, Enqere, Stenbol, Şirnex, Mêrdîn û Êlihê jî bi heman armancê daketin qadan û êrîşa li dijî Ocalan şermezar kirin.