12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan vê pergalê qebûl nakin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ciwanên kurd ên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li gelek navend û bajarên Ewropayê çalakiyan li dar dixin, amadekariya meşa “Rêwîtiya Azadiyê” dikin

Ciwanên kurd ên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li gelek navend û bajarên Ewropayê çalakiyan li dar dixin, amadekariya meşa “Rêwîtiya Azadiyê” dikin. Dê ji gelek bajar û navendan ciwan tev li meşa Rêwîtiya Azadiyê bibin

Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li gelek navendên cûda bi çalakiyên cihêreng dewam dike. Bi vê boneyê li navêndên cûda konferans, forûm, semîner û rêze çalakî tên li darxistin. Di van xebatan de mijara sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû.

Di çarçoveya de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî li seranserî Ewropayê rêzeçalakî li darxistin. Ciwanên kurd ên Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo di 3’yê Tebaxê de li sê navendên bajarê Fransa Sterasboûrgê çalakî kirin. Ev çalakî pêşiya avahiya Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT û Parlamena Ewropayê pêk hatin. Di van çalakiyên bêîtîatiya sivîl de ciwanan bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî pergala tecrîda li ser Rêber Apo. Bêguman ev çalakiyên bi vî rengî ji her milî ve xwedî girîngiyek mezin in. Lê tişta ku di vir de mirov binirxîne ji vê çalakiyê zêdetir bandora ku ava kiriye.

Ev çalakiyên ciwanan ji gelek aliyan ve deng vedan. Saziyên sivîl û hezên demokratîk bi helwestên xwe yên erênî piştgirî dan têkoşîna ciwanan ya rewa. Lê dewleta tirk a dagirker û deshilata wê ya faşîst hewil da ku bi rêyên diplomatîk ve van çalakiyên ciwanan bi armanca wan cûda bide nîşandan û krîmînalîze bike. Wezareta Karên Derve ya dewleta tirk bi hemû derfetên xwe hewl dide ku rayedarên fransî êdî destûr neda van çakiyan. Bi gotinek din dixwazin hemû welat mîna wan hemû mafên mirovan binpê bike û destûr nede mafên bingehîn.

Ji destê dewleta tirk a faşîst û qirker bê, wê hemû saziyên kurd ên li Ewropayê bigire û rê nede ku kurd doza mafên xwe yên herî bingehîn jî bikin. Jixwe bi vê ramancê herdem di nava plan û kiryarên qirêj de ye. Divê bê zanîn ku ger têkoşîn nebe faşîzm wê pirtir pêş bikeve. Lewma divê li himberî vê siyaseta înkarê ya dewleta tirk têkoşînek hîn xurttir bê meşandin.

Bi vê boneyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo dema pêş xwe ji bo çalakiyên cihêreng amade dikin û bang li hemû dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku deng bidin dengên wan.

Ciwan bi armanca balê bikşînin ser kiryarên dewleta tirk ên li ser gelê kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo roja 18’ê tebaxê li Parîsê dest bi “Tûra Ciwanan” kirin. Bi vê çalakiya bêîtîatiya sivîl a ku wê pênc roja dewam bike, ciwan dixwazin dengê xwe bigihînin qada navneteweyî. Li gel vê, wê bi çalakiyên cihêreng balê bikşînin ser sûcên dewleta Tirk ên li himberî gelê kurd pêk tîne.

Ciwanên kurd û dostên xwe bi vê çalakiyê jî sînordar namînin û bernameya çalakiyên xwe yên dema pêş jî bi raya giştî re parvekirin. Di bernameyê de tê destnîşankirin ku ciwan di meha îlonê de xwe ji bo rêzeçalakiyên girîng amade dikin.

Gava ewil a vê bernameyê wê li Parîsê Konferansa Ciwanên Cîhanê bê li darxistin. Li gorî bernameyê ji 30 welatên cûda wê ciwan beşdarî konferansê bibin. Belkî jî di dîrokê de heya niha konferansek bi vî rengî nehatiye lidarxistin. Cara ewil ciwan wê di konferansekê de bên cem hev û li ser pirsgirêkên ku îro ciwan bi wan re rû bi rû dimînin nerînên xwe bi hev re parve bikin.

Li gel vê di konferansê de wê tahrîbatên modernîteya kapîtalîst ku li ser ciwanan daye avakirin jî nirxandin bên kirin. Li hemberî vê li ser fikra pergala Moderniteya Demokratîk nerîn werin girtin. Bêguman ji aliyê ciwanan nîqaşkirina van mijaran ji her milî ve girîng e. Çawa ku em dibêjin ciwak li ser ciwanan pêşdikeve, nerînên ciwanan jî di civakê de xwedî girîngiyek mezin in. Êdî ciwan di wê ferqê de ne ku pergala modernîteya kapîtalîst ji her milî ve bi civak û gel windakirinek mezin pêş dixe. Lewma ji bo pêşerojek azad divê civak bi taybet jî ciwan mehkûmî vê pergala serdest nebe. Ji bo vê jî nêrîn û ramanên ciwanan ên der barê pergala civakî de xwedî girîngiyek mezin in.

Ya girîng ew e ku ciwanên kurd tevî hemû astengiyên dewleta tirk bi îradeyek xurt li hebûna xwe xwedî derdikevin û têkoşînê mezin dikin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji vî alî ve seknek hêja raber dikin. Divê hemû kesên alîgirên azadiya civakîne piştgiriyê bidin ciwanan. Divê bê zanîn ku ger di civakekê de ciwan ne azad bin ew civak jî ne azad e. Lewma dive hemû beşên civakê bi her awayî guh bidin nêrîn û daxwazên ciwanan.

Ciwanên kurd û dostên xwe piştî konferansa ku tê payîn 3’yê cotmehê de bê lidarxistin wê dest bi meşekê bikin. Meşa ku wê bi dirûşma “Rêwîtiya Azadiyê” bê lidarxistin wê çend roja deam bike. Ji gelek navendên cûda ciwan wê başdarî meşê bibin. Di meşê de ciwan her bajar, bajarok û gundên jê derbas dibin wê li ser têkoşîn û xebatên xwe gel agadar bikin. Di vê serdemê de bi bîr û baweriyê wisa xwedî li hebûna xwe derketin ji her milî ve ji bo ciwanan girîng e.