4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koyluoglu: Elî Ewnî endamê şerê taybet e

Rojnameger Azîz Koyluoglû, diyar kir ku Elî Ewnî di nav PDK’ê de kesekî endamê şerê taybet e bi daxuyaniya xwe bersiv daye Karayilan ku ew banga li PDK’ê ya ji bo rawestandin piştgiriya êrîşan, red dikin

Li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê, dewleta tirk şerekî dijwar dimeşîne û operasyonên xwe yên leşkerî berfireh kiriye. Di êrîşên li başûrê Kurdistanê de PDK jî piştgiriya êrîşan dike. Li herêmên ku operasyon li wan didomin ji bo leşkerên tirk rêyên nû çêdike. Herî dawî Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mûrat Karayilan li di dijî vê rola PDK’ê ya di êrîşên demên dawîn de derket û bang li Mesûd Barzanî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo dewleta tirk bide rawestandin. Li ser vê banga Karayilan Endamê Lijneya Rêveberiya PDK’ê Elî Ewnî daxuyaniyeke sosret da û gazin ji dewleta tirk kir ku çima bêtir qadro û pêşengên PKK’ê nakuje. Rojnameger Azîz Koyluoglû ku van mijaran ji nêz ve dişopîne pirsên me yên der barê vê mijarê de wiha bersivand;

Bi salan e artêşa tirk li başûrê Kurdistanê li dijî Qadên Parastina Medyayê êrîşan pêk tîne û dibêje ku bi van êrîşan şerê PKK’ê dike. Êrîşên ku artêşa tirk pêk tîne dikare tenê weke şerê PKK’ê bê pênasekirin, armanca bingehîn a ji van êrîşan çi ye?

Dewleta tirk ev demeke stratejiya xwe ya Rojhilata Navîn bi giştî guhertiye. Yanî ne tenê di çarçoveya kurdan de di çarçoveyeke fireh de stratejiya xwe ya derve guhert. Li derveyî sînorên xwe hem xwe çalaktir kir hem jî di sîstema xwe ya rêveberiyê de guhertin çêkir. Di vê çarçoveyê de MÎT û artêşa xwe ji nû ve bi rêxistin kir û hêzên paramîlîter kir xizmeta xwe. Di warê dîplomasiyê de jî dîplomasiyeke agresîf da pêşiya xwe. Ji lihevkirinê wêdetir li ser nakokiyan dîplomasî dimeşîne. Heta li gelek cihan jî dixwaze nakokiyan kûrtir bike da ku bikaribe siyaseta xwe bi cih bîne.

Dewleta tirk li Qafqasyayê, di şerê Azerbeycan û Ermenistanê (Kurdistana Sor) de siyaseteke piralî da meşandin. Dîsa li welatên tûraniyan jî siyaseteke agresîf dide meşandin. Mudaxîl nav van welatan dibe. Heta car caran mudaxaleyên cûda jî dike. Li Rojhilata Navîn jî vê siyaseta wê ber bi çav e. Li bakurê Afrîkayê jî heman siyasetê dide meşandin. Têkiliyên xwe yên bi Fas û Lîbyayê re bi kar tîne û bûye aliyekî şerê navxweyî yê Lîbyayê. Li Yewnanistanê jî heman siyaset li dar e. Nakokiyên wê yên li Deriya Spî jî her çiqas van navberan sist bûbûn jî didomin.

Dewlat tirk li Kurdistanê jî dixwaze kurdan bêvîn bihêle û berfirehbûna xwe bide çêkirin. Dixwaze kurdan tasfiye bike û li ser vê tasfiyekirinê li Rojhilata Navîn berfirehbûnekê bide çêkirin. Di vê çarçoveyê de dixwaze li Sûriye û Iraqê hebûna xwe berfireh bike û ji Îdlibê heta Kerkûkê serwer bibe. PKK li dijî vê siyaseta xwe asteng dibîne û dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Lê ev nikare weke şerê PKK’ê û dewleta tirk bê qebûlkirin. Ji ber şerê dewleta tirk li ser bêvînkirina gelê kurd e ev şer şerê dewleta tirk û gelê kurd e. Şerekî bi vî rengî tê meşandin. Armanca yekemîn a vî şerî weke tevger PKK’ê be jî bêvînkirin û çawişandina gelê kurd e. Dixwazin serê kurdan biçemînin. A sêyemîn jî dixwaze li Sûriye û Iraqê deverên bi sotemenî û gazê bi dest bixe. Dixwaze vê stretejiyê gav bi gav bimeşîne. Ev stretejî niha li Zap, Metîna û Avaşînê xitimiye û li ber hilweşandinê ye.

Li herêmê, rewşa dawîn a ji ber êrîşên ku piştî lûtkeya NATO’yê hatin destpêkirin bi çi rengî ye?                                             

Dewleta tirk di vê lûtkeya dawî ya NATO’yê de li ser esasê, beşdarkirina Swêdê ya NATO’yê, li Behra Reş li gorî daxwazên Amerîkayê tevgerbûn û li dijî Yewnanistanê bêdengî û qebûlkirina hin şertên yewnaniyan, li dijî kurdan piştgirî ji NATO’yê xwest. Ji bo şer xwest bêdengiya welatên NATO’yê bikire! Ji bo vê jî niha welatên NATO’yê li dijî êrîşên li ser kurdan bêdeng in. Dewleta tirk vê bêdengiyê li lûtkeya NATO’yê kirî. Bombeyên ku di şer de tên bikaranîn jî bombeyên NATO’yê ne. Ûranyûma sivik di destê dewleta tirk de tuneye ku di bombeyan de bi cih bike. Ji bo vê ji NATO’yê van çekan digire. Di lûtkeya dawî de NATO’yê piştgiriya xwe ji bo dewleta tirk aşkera kir. Di vê çarçoveyê de li ser balefirên F-16 lihevkirin çêbû. Di siyaseta qirkirina gelê kurd de tişta girîng ev e; hêzên cîhanî beşek vê qirkirinê ne. Her çiqas dewleta tirk weke maşe bi kar tînin jî lê di esasê de yên vê siyasetê li ser lingan dihêlin hêzên cîhanî ne.

Bi qasî ku tê şopandin mîna êrîşên beriya niha di êrîşên dawîn de jî PDK bi rêbazên cûda rol digire. Rola PDK’ê ya di êrîşên artêşa tirk de çi ye û bi vê rola xwe çi armanc dike?

PDK di nava gaflet û îxaneteke mezin de ye li dijî gelê kurd. Ev îxanet îro li dijî PKK’ê dide xuyakirin. Di çend tiştan de mirov dikare rola PDK’ê bîne ziman. Yekemîn, PDK qirkirina kurdan a bi destê dewleta tirk rewa dike. PDK dibêje; ‘Şer di navbera dewleta tirk û PKK’ê de ye û ji ber şerê ku li dijî dewleta tirk dike PKK sûcdar e, divê çekê deyne û xwe radestî dewleta tirk bike. Dewleta tirk dewleteke baş e, peywendiyên me li gel baş in. Şer şerê PKK’ê û dewleta tirk e û tu berjewendiyên kurdan di vî şerî de tune ye’.

Duyemîn, şerê li dijî PKK’ê di çarçoveya berjewendiyên PDK’ê de ye. PDK difikire ku PKK bi destê dewleta tirk bê tasfiyekirin wê li Kurdistanê valahiyek siyasî çêbibe û ew ê jî bikaribe ji vê valahiyê sûd werbigire û li ser vî esasî xwe bi hêz bike. Tasfiyekirina PKK’ê weke bihêzbûna xwe dibîne. Lê di dîroka kurdan gelek mînak hene ku dema hêzên berxwedêr hatine tasfiyekirin cahşên alîgirên dewleta tirk jî bi destê dewleta tirk hatine tasfiyekirin. PDK niha di şerê dijî gelê kurd de hevkarê dewleta tirk e. Di çarçoveya hevkariya bi dewleta tirk re artêşa tirk tîne herêmê. Beriya ku artêşa tirk bi cih bike jê re cih amade dike. Dîsa rê ji bo dewleta tirk çêdike. Artêşa tirk bi rêyên ku PDK jê re çêdike tevdigere.

Dîsa îstixbarat ji bo dewleta tirk kom dike û li bajarên başûrê Kurdistanê xebatên şehîdxistina welatparêzan dimeşîne.  Li herêmên di bin kontrola xwe de nahêle kurdên welatparêz bi awayekî azad dengê xwe bilind bike. Kesên bixwazin hin tiştan bikin jî wan ji herêmên xwe derdixe û sirgûn dike.

Herî dawî Fermandarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî kir ku dev ji piştgiriya xwe ya êrîşên artêşa tirk ên li dijî wan berde. Ev banga Karayilan li herêmê çawa tê şîrovekirin?

Banga Mûrat Karayilan, ne bangeke nû ye. Ev demek dirêj e bang li PDK’ê tê kirin. Lê PDK weke siyaseteke stratejîk li vê siyaseta xwe dinêre û dev jê bernade. Di rewşa niha de guhertineke wisa konjenkturel jî nîne ku PDK dev ji vê siyasetê berde. Lê ev bang girîng bû. Di siyaseta heremê de jî ji bo vê bangê dengek heye. Ez dikarim vê bibêjim, PDK bixwe jî bi tevahî ne alîgirê vê siyaseta hevkariya bi dewleta tirk û qirkirina gelê kurd re ye. Tişta tê xuyakirin, rêveberiya PDK’ê li gel vê siyasetê ye. Ji derveyî PDK’ê hemû partî, hêz û eşîrên li Başûr li dijî vê siyasetê ne. Kes naxwaze PDK bi vî rengê siyaset bike, lê PDK di vir de bi israr e.

Di mijara navxweyî ya li başûrê Kurdistanê de jî PDK li gel kurdan hevsengiyek çênake. Weke mînak, di hilbijartinên meclîsên bajarên Iraqê de jî PDK li gel kurdan tifaq nake, bi taybet jî li Kerkûkê. Li gel tirkmen û erebên faşist ên Baasî tifaq dike. Ev siyaseteke giştî ya PDK’ê ye û beşeke kurdan jî dike amûrê vê siyaseta xwe.  Dive bê zanîn ku îro PDK kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên partitî û malbatî bi kar tîne. Bi taybetî beşeke mezin a malbata Barzaniyan dike qurbanê vê siyaseta xwe. Bangawaziya birêz Mûrat Karayilan jî bangawaziyek erenî ye, lê tiştek wisa diyar nîne ku PDK dest ji vê siyasetê berde.

Piştî banga Karayilan ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya PDK’ê Elî Ewnî ve daxuyaniyeke sosret hat dayîn. Ewnî bi awayekî aşkera bang li dewleta tirk kir ku qadroyên PKK’ê bikuje. Mirov dikare bibêje ku ev daxuyaniya Ewnî bersiva PDK’ê ya ji bo banga Karayilan e?

Elî Ewnî di nav PDK’ê de kesekî endamê şerê taybet e û berdevkiya siyaseta dijî kurd dike. Li cihê ku Elî Ewnî lê biaxive dive mirov bizanibe ku berjewendiya kurdan li wir tuneye, berovajiyê vê li dijî kurdan siyasetek tê meşandin. Beriya niha jî Elî Ewnî, gelek caran daxuyaniyên bi vî rengî dane. Ev daxuyaniya xwe li ser çi ava dike? Dibêje; ‘Bila PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve û biçe li Tirkiyeyê şer bike, em ê jî li ser şerê PKK siyaset bikin’. Ji dewleta tirk re got: “Tu çima êrîşî rêveberiya PKK nakî û wan ji nav nabî.” Lê parastina Hewlêrê ya 2014’an ji bîr kir. Hebûna PKK’ê ya li Mexmûr, Şengal û Kerkûkê ya li dijî DAIŞ’ê di çarçevoya parastina başûrê Kurdistanê de bû. Nexwest vê bibîne.

PKK ji salê 1970-80’an ve li Başûr e. Dema PDK’î di 1976’an de bi temamî ji Başûr derketin û weke penaber çûn rojhilatê Kurdistanê li bajarê Şîno bi cih bûn, PKK’ê li Başûr xebat dikir. Piştî PKK derbasî Başûr bû di 1981’an de PDK’î vegeriyan Başûr. Di esasê xwe de ev vegera wan jî hinek dijî PKK’ê bû. Lewre we demê dewleta tirk êrîşa xwe ya yekem li ser Başûr pêk anîbû. Bi kurtasî daxuyaniya Elî Ewnî bi temamî bersiva Mûrat Karayilan bû. Got ku em bangawaziya we red dikin û em ê li dijî we radiwestin. Dewleta tirk li dijî PKK pasîf dibîne û giliya vê dike. Dibêje; ‘Bila dewleta tirk zêdetir êrîşê PKK’ê û kurdan bike’.

Di van êrîşên ku bi piştgiriya PDK’ê ji aliyê artêşa tirk ve tên kirin de sivîl jî dibin qurbanî. Ji bilî PDK’ê helwesta partî û tevgerên din ên Başûr li dijî êrîşan çawa ye?

Bi rastî li başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk bêdengî heye. Ne tenê Başûr li Iraq jî bêdeng e. Herî dawî li ser rêya Pencewî droneke dewleta tirk li seyarekê da û 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Ne hikûmeta navendî ya Iraqê ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ku fermiyeta wê nemaye der barê êrîşê de tu daxuyanî nedan. Tenê kesayetên Başûr şermezar kirin. Ew jî weke şexs ne weke partî û hêz. Şermezarkirina şexsî pir biwate nîne. PDK bêdengiyê ji xwe rewa dike û ji bo êrîşan çi ji destê wê tê dike. Dema êrîş çawa pêk tên hê 5 deqe derbas nabe dezgehekê bi navê “Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê” di bin serweriya PDK’ê de heye, daxuyaniyê dide û dibêje; ‘Dewleta tirk li seyareyekê PKK daye. Herî dawî ji bo êrîşa Pencewînê jî got rayedarekê paye bilind ê PKK nava seyarê de bûye lê derket ku kesên di seyarê de malbetek mûsilî ye.

Di êrîşan de artêşa tirk xwezaya Kurdistanê jî ji xwe re dike hedef. Li gelek deveran daran dibire û nahêla nistecihên herêmê kar û barên ku pê debara xwe dikin bikin. Ev êrîş û talankerî li herêmê rê li ber encameke çawa vekiriye?

Li ser jîngeha Herêma Kurdistanê siyasetek taybet ya dagirker tê meşandin. Di şerê diqewimê de erdnigariyek pir fireh a Başûr ketiye di bin dagirkeriya dewleta tirk. Ji ber şerê ku lê didome her çiqas ev ne dagirkeriyek bi temamî mayînde be jî li herêmê milyonan dar tên şewitandin û bi hezaran ajalên di nav daristanan de tên kuştin. Ev bi destê dewleta tirk tê kirin. Beşeke kurdan koçer in û bi karê sewalkariyê dikin. Diçin zozanan. Lê ji ber êrîşên dewleta tirk koçer nikarin sewalkariyê bikin. Ji ber vê li herêmê xesarek mezin li gelek malbatan hatiye kirin. Ji ber şer welatiyên herêmê şêwazên jiyana xwe diguherînin. Dikarim bibêjim ku jîngeha heremê di bin metirsiyê de ye. Di heman demê de ev deverên şer li wan diqewime cihên geştiyarî û turîzmê ne. Niha dewleta tirk nahêle geştiyar jî derbasî van hereman bibin. Bi dehan gund ji ber êrîşan hatine valakirin. Beşeke van mirovan li bajarên Başûr bi cih bûne û beşeke wan jî ji ber şertên jiyanê çûne Ewropayê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê