7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kuştina Mûsa Çelîk bûyereke civakî û polîtîk e

Mahsûm Çelîk, der barê doza kuştina birayê xwe Mûsa Çelîk de got ku weke malbat di vê pevajoyê de ji aliyê civakî ve hinekî bi tenê hatine hiştin û ev tişt got: “Ev bûyer ne bûyereke malbatî yan jî şexsî ye, bûyereke civakî û polîtîk e.”

Desthilata AKP-MHP’ê her diçe bi rêya dadgehan peşî li îşkence, zilm û kuştinê vedike. Bi pergala dermirovahiyê hewl dide civakê bitepisîne û bêdeng bike. Di daraza tirk de ji bo kesên ku bi çekên dewletê dikujin werin darizandin tu rê û rêbazên hiqûqê tune ne. Qanûn li ser bêcezakirina wan hatine sazkirin. Ji ber çekên kujeran ji wan nayê standin ev jî rê li ber bûyerên nû vedike. Ji van bûyeran yek jê li gundê Meskanê ya navçeya Mîdyada Merdînê derket holê. Sercerdevan û keyayê gund Şukru (Şîrîn) Akçay, di 21’ê mijdara 2021’an de bi çeka cerdevaniyê şivanê bi navê Mûsa Çelîk kuşt.

Piştî bûyerê der barê sercerdevan Akçay de li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê doz hat vekirin û li ser zêdebûna bertekan ji hêla dadgehê ve hat girtin.  Di encama darizandinê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Şukru Akçay ji sûcê “kuştina bi qestî” bê cezakirin. Her wiha hat xwestin ku ji ber Akçay “wezîfedarê dewletê ye” cezayê wî bê zêdekirin û cînayetê bi îdiaya “kuştinê di bin tahrîka neheq de kiriye” cezayê wî bê kêmkirin. Dozger xwest birayê wî Veysi Akçay jî ji sûcê “gefa biwesf” bê cezakirin û der barê Mahsûm Akçay de jî beraetê xwest. Dadgehê 12 sal û 6 meh cezayê kêmkirî da Şukru Akçay. Akçay 20 meh şûnde serbest hat berdan.

Li ser vê mijarê me xwe gîhand parêzera Çelîk Leyla Kaya û biraya wî Mahsum Çelîk û der barê bûyer û dozê de agahî dan. Parêzer Leyla Kaya, diyar kir ku Mûsa ji aliyê sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm ve bi awayekî hevkar hat kuştin û wiha got: “Ji qonaxa yekem a lêpirsînê heta niha kiryarên neqanûnî hatine kirin. Delîl bi rêk û pêk nehatin berhevkirin. Dema ku merhaleya dozgeriyê hat destpêkirin jî helwesta parastinê ya dewlet û dadgehê ya li hemberî kiryaran dewam kir. Di dema dozgeriyê de hemû daxwazên malbat û parêzeran ên weke aliyên beşdar hatin redkirin. Kujer sercerdevan Akçay, bi hêz û cesareta ku ji dewletê girtibû, Mûsa Çelîk gulebaran kir û bi guleya li singî wî ket jiyana xwe ji dest da. Lê dadgehê bêyî ku dûrahiya gulebaranê diyar bike biryar da. Bi sepandina provokasyonên bêhiqûqî bi awayekî fermî xelat da Şukru Akçay. Di encamê de Şukru Akçay bi hincetên kêmkirina cezayê 12 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her du birayên wî jî hatin berdan.”

Li dadgehê bandora gefxwarinê

Kaya, da zanîn ku kujer Akçay li dadgehê gefên kuştinê li parêzer û malbatê xwariye û axaftina xwe wiha domand: “Akçay li salona dadgehê dirûşmên, ‘Em neviyên Împaratoriya Osmanî ne, bijî dewleta me’ berz kir. Bi van dirûşman heyeta dadgehê xist bin kontrola xwe. Ji vê jî tê fêmkirin ku hem sûcên kesên bi cil û berg û hem jî sûcên cerdevanan ên li Kurdistanê dikin bi polîtîkaya bêcezakirinê bêceza tên hiştin. Li dijî biryara dadgehê û ji bo cezayê kujeran bê zêdekirin me serî îstînafê da. Lê dadgeha îstînafê hemû daxwazên me yên îtirazê red kir û biyara dadgehê erê kir. Biryar hat dayîn ku girtina Şukru Akçay berdewam bike.”

Di berdewamê de Kaya, bi lêv kir ku ji bo dadgeh kujer sercerdevan Akçay biparezê hemû îtrazên wan bêencam hiştiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heman dadgeha îstînafê biryara ku beriya hefteyekê dabû ji nedîtî ve hat û biryara serbest berdana Akçay da. Akçay di parastina xwe de îdia kiribû ku ew ji 17 cihên cuda birîndar bûye û ji ber vê yeke biryara serbest berdanê hat dayîn. Lê di serlêdana me ya ku me dadgeha îstînafê de hat tespîtkirin ku roja bûyerê li ser cilên Akçay şopa guleyan tunebûye. Di vê rewşê de tu eleqeya şopên li ser laşê wî bi vê bûyerê re tunebû. Her çiqas me ji dadgehê re îtîrazê xwe kir jî ji bo kujer biparêzin îtirazên me hatin redkirin. Daîreya Amedê ya 1’emîn bi hinceta biryara serbest berdanê derqanûniye biryara tahliyeyê îtîraz kir. Dosya li 2’yemîn Daîreya Cezayê ya Amedê ji nû ve hat nirxandin. 2’yemîn Daîreya Cezayê ya Amedê jî bêyî ku behsa biryara berdanê bike, bi hincetên derqanûnî biryar da.”

‘Dewlet zilmê rewa dike’

Birayê Mûsa Çelîk Mahsûm Çelîk jî diyar kir ku di kuştina birayê wî de çekên dewletê hatine bikaranîn û wiha got: “Şukru weke çeteyekî bi çekên dewletê zilmê li gundiyan dikir. Sercerdevan Akçay û du birayên xwe bi çekên dewletê birayên min Mûsa qetil kirin. Ev kujer li ser navê dewletê van qetlîaman dikin û ji ber vê yekê ne tên girtin û ne jî tên veşartin. Dewlet wek salê 90’î hewcedariyê bi veşartinê nabîne û zilmê vekirî dike. Ev kesên ku ji hêla dewletê ve hatine çekdarkirin li nava civakê weke çeteyan tev digerin û dixwazin civakê çavtirsandî bikin. Bi vê armancê dixwazin pêşiya siyaset û tekoşîna gelê kurd bigirin. Dewlet dixwaze kurdan bi destên kurdan qetil bike û dijminantiyeke civakî di nav kurdan de ava bike. Ji ber vê yekê dewlet çi derfetên aborî yan jî yê wekî dinê hebe dide van çete û kujeran.”

Bawerî bi hiqûqê nemaye

Çelîk, bi domdarî got ku çiqas çete û sercerdevanên herêmê hebin dihatin derdora dadgehê û zordarî, li heyeta dadgehê dikirin û wiha pêde çû: “Piştî kuştina birayê min me serî li hiqûqê da û doz lê hat vekirin. Di darizandinê de tu daxwazên me nehatin qebûlkirin. Ne keşf ne şahid ne jî mesafeya kuştinê nehat tespîtkirin. Malbata sercerdevan weke şahid hatin guhdarkirin. Du birayên sercerdevan ku di vê bûyerê de çek bi kar anîbûn hatin berdan. Dadgeh salekê berdewam kir. Sercerdevan di dadgehê de got, ‘min teroristek kuşt û dewlet ji bo vê armancê ev çek daye min.’ Dadgeh pêşeroja sercerdevan fikirî û bi hinceta kuştinê di bin tahrîka neheq de kiriye 12 sal û 6 mehan ceza lê birî. Piştî ku doz çû dadgeha Amedê ceza hat erêkirin. Piştre dadgehan 6’emîn ceza xera kir û kujer tahliye kir. Sercerdevan 20 mehan di girtigehê de ma. Tu baweriya me hiqûqê nema. Di pêvajoyê de me jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.”

‘Em ê heta dawiyê têbikoşin’

Di berdewama axaftina xwe de Çelîk, anî ziman ku ji ber ku civak bêdeng ma kiryarên sercerdevan nekete rojevê û wiha dawî li axaftîna xwe anî: “Me dixwest cezayê muebbetê bidin sercederdevan û her du birayên wî. Ji bo alîkariya hiqûqî me serî li ÎHD’a Mêrdînê da. Me serî li parlamentaran dan lê gelek pirsên me bêbersiv man. Ji ber ku parlamenterên me zêde li ser vê bûyera me ya civakî nesekinîn ev bûyer di raya giştî de jî zedê cih negirt. Ji bo ew qetlîam bê zanîn û ev zilma li me hat kirin bê dîtin, me dîmenan bi rojnamegeran re parve kir. Ji bo adalet peywira xwe bi cih bîne em ê heta dawiyê têbikoşin. Em weke malbata Mûsa di vê pevajoyê de ji aliyê civakî ve hinekî bi tenê man. Ev bûyer ne bûyereke malbatî yan jî şexsî ye. Ev bûyereke civakî û polîtîk e. Dijminê li dijî me di vê hişmendiyê de ye. Ji bo wê ew bi her awayî li kujerê xwe xwedî derdikevin. Kujer û malbata wî diparêzin û alîkariyê bi wan re dikin. Lê mixabin kes an li ber vê bûyûrê neketiye yan jî ev hişmendiya civakî bi kesekî re nemaye. An jî kes ji ber tirsê newêre xwe bide dora me. Em bi her awayî bi tenê man. Em bi tena serê xwe tekoşîna xwe dimeşînin. Dê û bavê min pîr in û zêde li ber birayên min Mûsa ketine. Ji ber vê bûyerê nexweşiya alzheimer bi bavê min re çêbû. Ji qehra hiş avêtiye. Em di rewşek zahmet de ne lê belê em berxwedana xwe didomînin.”