21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd li dijî aştî û demokrasiyê ye

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, destnîşan kir ku her roja diçe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan girantir dibe û got: “Fikrên Ocalan ji bo hemû gelan ronahî ye. Berî her tiştî divê tecrîd bê rakirin.”

Desthilata AKP-MHP’ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim didin meşandin. 29 meh in bi hinceta “cezayê dîsîplînê” tu agahî ji wan nayê girtin. Desthilat bi tecrîdkirinê dixwaze ku malbat û parêzer hevdîtin bi wan re nekin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliye ji rojnameya me re axivî.

Ayten Kordû, diyar kir ku Ocalan û girtiyên li cem wî di tecrîdek giran de dijî û wiha got: “Ev tecrîd hemû dijberî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Divê hemwelatiyên Tirkiyeyê û kesên demokrat bi vî awayî bibînin. Neçareseriya pirsgirêka kurd û tirk, jiyanê dixe nava kaosê. Heta ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin.  Ji bo vê jî divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”

Tecrîd li dijî qanûnan e

Kordû, anî ziman tecrîda mutleq kûr dikin û bêhiqûqiyê li tevahiya welat belav kirine û wiha axivî: “Ji 2015’an û vir ve desthilatê ewil berê tundiyê da kurdan, piştre li hemû Tirkiye, Rojava û li Rojhilata Navîn belav kir.  Em dibînin ku tecrîda hem li ser birêz Ocalan, hem jî li ser doza komploya Kobanê, şewitandina înfazê jî em vê yekê bi zelalî dibînin. Pergala tirk her tim li dijî qanûnên navneteweyî dertê. Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî ye. Bi tecrîdê re çareseriya pirsgirêka kurd xetimî.”

Pêdivî bi fikrên Ocalan heye

Kordû, bal kişand ser girîngiya fikrên Ocalan û wiha pêde çû: “Ramanên birêz Ocalan bi hêz in. Gelan li hev dicivîne. Divê hêzên çep sosyalîst û demokratîk ji bo siberoja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê bi xurtî têbikoşin. Pêwîste hemû alî zêdetir li dijî zaliman têbikoşin.”

Azadiya Ocalan ronahiya gelan e

Kordû destnîşan kir ku fikrên Ocalan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ronahiyeke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perspektîfên Ocalan ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê çareseriyê tîne. Bi taybetî jî pêvajoya çareseriyê nîşaneya herî girîng e.”

Tecrîda Îmraliyê bûye civakî

Kordû, da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê êdî bûye tecrîdeke civakî û wiha got: “Em bi hemû hêza xwe bang dikin. Divê bi lez dev ji polîtîkayên şer berdin û demildest polîtîkayên tecrîdê bi dawî bikin. Di  5’ê tebaxa 2020’an de CPT’î rapor bi raya giştî re parve kir. CPT rewşa li Îmraliyê weke “tecrîda civakî” pênase kir. Xwest ku dawî li vê rewşê bê. CPT ragihand ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çûye Îmraliyê, lê têkildarî şert û mercên girtiyan tu daxuyanî nedaye.”

Kordû, bal kişand ser gotinên Ocalan ên; ‘Ez vê yekê ji bo afirandina qadên ku bi hev re bijîn û reseniya xwe biparêzin dibêjim. Ya ku ez jê re dibêjim sîstema Konfederalîzma Demokratîk ev e. Li ser vê bingehê bi hemû gelên ereb, azerî, fars û tirk re bi hev re bijîn û eslê parçeyan biparêzin’ û wiha got: “Divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dijî Lozanê yekitiya xwe ava bikin.”