30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Stranên Kurda’ newayên kurdî zindî dike

Pirtûka Mehmet Avşar a Stranên Kurda bi naverokeke dewlemend ji weşanxaneya Payîzê hat çapkirin

Pirtûka Mehmet Avşar a Stranên Kurda bi naverokeke dewlemend ji weşanxaneya Payîzê hat çapkirin. Pirtûk li ser refikên pirtûkxaneya Payizê li benda xwînerên xwe ye.

Weşanxaneya Payîzê pirtûka Stranên kurda çap kır. Pirtûka nivîskar Mehmet Afşar a “Stranên Kurda Bi Gotin û Nota” li ser muzika kurdî ya gelêrî radiweste. Pirtûka Stranên kurda bi mijarên cuda li benda xwendina xwînerên xwe ne. Xwîn dikarin pirtûkê hem li ser malperê û hem jî li ser onlaînê bi dest bixin. Nivîskar Mehmet Avşar di  pirtûkê de hewl daye ku hinek hawe û newayên di hunera gel de hatine jibîrkirin zindî bike. Mehmet Avşar têkildarî naveroka pirtûkê diyar dike ku mûzîk di nava nifşan de wekî pirekê ye ku çandê radigihîne û vediguhezîne nivşên piştî xwe. Avşar destnîşan dike ku bi muzikê re aîdiyeta çandî çêdibe û ew muzîk li gorî mercên jiyana civaka ku lê hatiye çêkirin teşe digire û dibêje: “Ji ber têkiliyên wê yê xurt a bi bi nasnameya çandî re ew muzîk, wekî muzîka gelên li wir dijîn tê binçavkirin. Nasname û muzîk dikevin nava hev  û ev herdu diyardeyên çandî bi hevre tên bibîrxistin. Dikare were gotin ku stranên bi kurdî hatiye çêkirin, li ser erdnîgariya ku bi gelên din re (ereb, suryan, ermen û hwd.) bi hevre dijîn hem bandor li muzîka wan gelan kiriye û hem jî ji wan bandor girtiye.”

Mehmet Avşar, li ser armanca vê pirtûkê jî agahî dide û wiha lê zêde dike: “Armanca nivîsandina vê pirtûkê, li herêmên ku zaravaya kurdî ya kurmancî lê tê axaftin; notakirin û belgekirina stranên ku di demên cuda cuda de hatine tomarkirin e. Tevî armanca navborî; ev berhem, hewl dide ji bo kes û komên ku dixwazin muzîka kurdî çêbikin, xwe bigînin notayên stranên kurdî. Her wiha ev pirtûk daneyek e ku ji bo xebatên muzîkolojî an entomuzîkolojiiyê yên li ser muzîka kurdî tên hesibandin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê