3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser amadekariya sala nû ya perwerdeyê dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, amadekariyên sala nû ya perwerdeyê dikin.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di navbera havînê, bi armanca salek bihêztir a perwerdeyê, ji bo mamosteyan dersên branşan û semîneran organîze dike.

Îsal jî bi heman armancê li tevahiya herêmên xweser semîner hatin organîzekirin. Di çarçoveya biryara giştî de, desteyên perwerdeyê yên her herêmekê (Cizîr, Firat, Efrîn-Şehba, Reqa-Tebqa-Dêra Zor) li gorî şertên xwe plansaziya semîran derxistiye û pêk tînin.

Semînerên ku ji destpêka Tebaxê ve hatine destpêkirin, li ser mijarên sazûmanî, pêwendî û felsefeya perwerdekirinê tên dayîn.

Li her herêmekê komîsyon hatine avakirin û li bajarok, navçe û bajaran semîneran didin. Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xwesar dane ajansa me, li tevahiya herêmê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî tevlî van semîneran dibin. Ji bilî mamosteyên rêveberiyên dibistanan, rêveberiyên perwerdeyên bajaran û desteyên perwerdeyê jî tevlî semîneran dibin.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rênas Fetah destnîşan kir ku wana li Cizîrê ji bo semîneran derdora 300 komîsyon ava kirine, destpêkê ev komîsyon di perwerdeyê re hatine derbaskirin, piştre jî dest bi dayîna semîneran hatiye kirin. Rênas Fetah diyar kir ku ew bi semîneran hedef dikin ku sîstema perwerdeyê baştir bidin fêmkirin û pêkanîn. Semîner wê dawiya Tebaxê bidawî bibin.