21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya “Dema Hêviyê”

Nivîskarê îtalî Zero Calcare bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê em piştigiriyê bidin kurdên ji bo azadiya Ocalan têdikoşin.”

Radio Onda d’urto ev 31 sal in li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi awayekî rêk û pêk çalakiyê li dar dixe û çalakî 18 rojan berdewam dike. Di çalakiya îsal de tiştekî nû hate kirin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parastina mafên azadiyê yên gelê kurd rojeke taybet hate veqetandin. Çalakiya “Dema Hêviyê” ku ji hêla Radio Onda d’urta û Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê-Îtalyayê ve hate organîzekirin, li navçeya Buffolora yê bajarê Brescia’yê hate lidarxistin û bi deh hezaran kes tev li bûn.

Bi deh hezaran kesan tecrîd protesto kirin

Di çalakiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd û bandorên wê hatin nîqaşkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate protestokirin. Nivîskarê xêzeromana “Dema Hêviyê” ku jiyana Abdullah Ocalan vedibêje û pirtûka “Heta Şengalê Rawestan Nîne” ku tiştên bi serê êzidiyan hatine vedibêje Zero Calcare, her wiha nivîskara pirtûka “Çiyayê bi Tenê” Chiara Crucciati û Rojbîn Bêrîtan weke mêvan tev li bernameyê bûn. Bi destpêkirina çalakiyê re bi hezaran kes li dora konê kom bûn û guftûgo li ser dikê hate kirin.

‘Dê têkoşîna me ya ji bo abdullah ocalan bidome’

Berpirsyarê Buroya Enformasyonê ya Kurdistan-Îtalyayê Yilmaz Orkan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Abdullah Ocalan 25 sal berê hate Îtalyayê. Dixwest têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Lê belê bi komployeke navneteweyî hate girtin. Ev 24 sal in di girtîgehê de ye. Lê belê ev 29 meh in tu agahî jê nayên girtin û di nava tecrîdeke giran de ye. Tu agahî ji Rêber Apo û hevalên din nayê girtin. Weke gelê kurd me her tim têkoşîna xwe domand. Em ê di serdema nû de jî bidomînin. Di serî de dost û hevalên xwe yên îtalî, banga me ji bo her kesî ew e ku ji bo Rêber Apo tev li têkoşînê bibin.”

Piştre jî nivîsakara îtalî Zero Calcare axivî. Di axaftina xwe de bi bîr xist ku Abdullah Ocalan demekî dirêj e di girtîgehê de ye û ev tişt anî ziman: “Ocalan rêberê gelekî ye. Divê ew êdî azad bibe. Ji bo vê jî divê em piştgiriyê bidin kurdên ji bo azadiya wî têdikoşin.”

Piştî axaftinan, koma muzîkê ya îtalî OUNK û koma muzîka rockê Gli Ultima derketin ser dikê.