8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişyar bin

Elî Karadogan

Gotinên kurdan ên pêşiyan rastiya civakê tînin ziman. Hem rexne dike û hem jî ji bo pêşerojê hişyar dike. Gotina ‘Ger destiyê bivir ne ji min be, bivir nikare min qut bike’ rastiya îxaneta nava kurdan xweş tîne ziman

Gotineke kurdan a pir xweş heye; “Ger destiyê bivir ne ji min be, bivir nikare min qut bike.” Ez ji vê gotinê pir hez dikim. Ev gotin rewşa me kurdan bi rastî û kurtasî radixe ber çavan.

Ku mirov dîroka kurdan mêze bike gelek berxwedan û bêbextî pêk hatine. Kengî kurd nêzikî azadiyê bûne di nav de îxanetkar derketine û azadiya kurdan ji bihareke din re maye. Dengbêjên me li ser vê îxanetê bi sedan stran gotine. Ku em dîroka nêzîk mêze bikin em ê dîsa wan îxanetan bibînin. Niha li her derê welatê me cerdevan hene.

Rojekê li gundekî ez rastî cerdevanan hatim. Em li ser rewşa Tirkiyeyê diaxifîn. Mijar hat li ser cerdevaniyê sekinî. Cerdevanekî got: “Wezîrê Karên Hundir dibêje ‘em ê cerdevaniyê ji holê rakin.’ Eger cerdevanî ji holê rabe em ê çi bikin û em ê dûre jiyana xwe çawa bidomînin?’ Min got: “Tu efsaneya kela  Semsûrê dizanî?”

Got: “Na bi xwedê ez nizanim.” Min got: “Ez ê wê efsanê bibêjim û tu aqilekî jê bigire.”

Kela Semsûrê li deşta Semsûrê bi destê mirov hatiye çêkirin. Li gorî efsaneyê ew li ser baskekî (milekî) ye. Kela ji dora xwe re çerx dibe. Pir padîşah û fermandaran xwestine  ku kela Semsûrê derdest bikin. Lê ji ber wê taybetiya kelehê kesî nekariye kelehê derdest bike. Rojekê dîsa fermandarekî kela dorpêç kiriye. Şerekî giran kiriye. Lê dîsa nikaribûye ku kelehê derdest bike. Wexta ku şer didomiya keça fermandarê kelehê fermandarekî kela dorpêçkirî dibîne û dilê wê dikeve fermandar. Keça fermandarê kelehê bi peyayekî agahiyê ji fermandar re dişîne û dibêje; “Dilê min ketiye te ez dixwazim bi te re bizewicim. Eger tu pêşniyariya min bipêjirînî ez ê mifteya kelehê bidim te û tu yê kelehê derdest bikî.” Fermandar şert û mercên keça fermandarê kelehê qabûl dike. Keç bi peyayekî mifteya kelê ji fermandar re dişîne. Fermandar bi şev ser kelehê de digire, mirovên ku li vir dijîn dikuje û kelehê derdest dike. Keça fermandarê kelehê li xwe mahr dike. Dibe şev diherin mezela gerdegê. Fermander mêze dike heft mitêl dane ser hev. Dibêje çima heft mitêl? Keç dibêje; “Bavê min ez pir nazenîn mezin kirim. Ez nikarim bi vî awayî razêm. Kincên xwe datînin û dikevin lata(nivîn) xwe. Demeke kin derbas dibe keç dibêje; “Tiştek di pişta min re dihere. Fermandar nava latê mêze dike tiştekî nabîne.Mitêlan yek bi yek radike mêze dike ku di bin mitêla herî binî de peleke lowiyê ter heye. Ji keçê dipirse; “Ew pela nerehetiyê dide te? Keç dibêje; “Min ji te re got bavê min ez pir nazenîn mezin kirim. Ji ber wê ez bi wê pelê nerehet bûm. Fermandar hinekî difikere û wiha dibêje; “Bavê te tu ewqas nazenîn mezin kirî te dîsa îxanet lê kir. Ez baweriya xwe bi te nînim. Tu yê bi min re jî îxanetê bikî.” Dû van gotinan şûrê xwe derdixe û keçê dikuje.

Ku efsane xelas bû cerdevan demekê bêdeng ma û got: “Min peyamê xwe girt. Ser vê gotinê tiştek nayê gotin. Te pir bi kurtasi rewşa me anî zimên û da ber çavên me.” Ez jî dibêjim ev efsane rewşa îxanetê pir baş tîne zimên. Û ji yên di nav îxanetê de ne re dibêjim: “Hişyar bin.”