30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kapîtalîzm  mirov û xwezayê dikuje

Nivîskar Temel Demîrer diyar kir ku kapîtalîzm li dijî demokrasiyê ye, newekheviyê geş dike, mirov û xwezayê dikuje û ev tişt got: “Kapîtalîzm bêedaletiya belavkirin û parvekirinê yên di warê hilberîna av û xwarinê de kûr dike.”

Civakên îroyîn bi polîtîkayên neolîberal ên ku li şûna hilberandinê li ser esasê xwarinê hatiye avakirin û ji bo demeke dirêj li ser asta gerdûnî gihandina serfkaran tê birêvebirin. Pergala kapîtalîst a domdar ku hebûna xwe deyndarê aboriya serfkaran e, misoger kiriye. Di tevahiya cihanê de desilatdariyan ji bo xwe li ser piya bigirin pergala koletî û cavbirçîtî li ser civakan dimeşînin. Tevî ku dîroka kapîtalîzmê nêzî 250 salî ye, cîhan kir dojeh. Bi gelemperî di şaristaniyekê de, hilberandin divê ji bo peydakirina hewcedariyê bê kirin. Lê armanca kapîtalîzmê kara hilberînê ye.

Der barê zirara ku kapîtslîzm dide xwezayê de Nivîskar Temel Demîrer ji rojnameya me re şîrove û nirxandin kir. Temel Demîrer destpêkê anî ziman ku divê di navbera hilberandin û xerckirinê de cudahî tûnebe û wiha got: “Lê armanca sereke ya kapîtalîzê di hilberînê de ne peydakirina hewcedariyê ye, hilberîna tiştên ku li bazarê bifroşin, qezenckirina karê ye. Ji ber vê yekê, pêwendiya di navbera karbidestiya hilberînê û peydakirina hewcedariyê ketiye rewşeke berevajî. Hilberîn di hawîrdoreke dijwar a reqabetê de pêk tê û pargîdaniyê (işletme) kapîtalîst ji bo bidestxistina para herî zêde di nav pêşbaziyek dijwar de ne. Lê çavkaniyên vê dinyayê kêm û bêdawî ne. Pargîdaniyên kapîtalîst encamên hilberînê yên mirovî, civakî û ekolojîk û zirarên li mirov û xwezayê li ber çavan nagirin. Mantiqa kor a kapîtalîzma bêserûber, mirovahî û şaristanî aniye xaçerêyeke krîtîk. Niha kapîtalîzm nikare nirxê ‘têra xwe’ hilîne. Di pergala kapîtalîstê de talankirin jêneveger e.  Ji ber vê yekê ekolojiyê xera dibe.”

Girîngiya eko-sosyalîst

Demîrer diyar kir ku berpîrsyarê vê rewşê ne mirovê ku bi deh hezaran salane lî ser vê axê dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rastî em dibînin ku heya kapîtalîzm wekî şêwazek yekta ya hilberînê ava nebû û bi şoreşa pîşesaziyê re belav bû, belavbûna karbondîoksîtê qet neguherî. Çavdêriyên li ser germahiya kurevî vê yekê piştrast dikin.

Wekî din ew nîşan dide ku germahiya kurevî ji salên 1980’an û vir ve zêde bûye. Di serdema gerdûnîbûna neo-lîberal de tê dîtin ku bazirganî û tevgera mirovan zêde bûye. Ji ber vê yekê pêşkeftina sektorên veguheztinê û tûrîzmê pêş ve xistiye. Ev dibe sedema  ku germahiya kurevî bileztir bibe. Jiyana şêwaza hilberîna kapîtalîst a ku di van sêsed salên dawî de pêşketiye û mîrovên xwe afirandiye, berpirsiyarê vê tunebûnê ye.  Ji ber krîza avhewayê ya ku ji ber pergala îstîsmarê pêk tê cîhan bi felaketên nû re rû bi rû ye. Bi navê têkoşîna li dijî qeyrana avhewayê, nexşeyên rêyên nû yên teknolojîk di asta navneteweyî de tên danîn. Bi paşguhkirina sedemên bingehîn ên hilweşandina ekolojîk; çalakiyên pûç ên ku li ser encaman bisekinin çareserî nîne. Sûcdarê rastîn kapîtalîzm e ku ji bo berjewendiya paş-pîşesaziyê hevsengiya xweza-mirovaniyê paşguh dike. Hem daristan û hem jî cihêrengiya biyolojîk qetîl dike da ku ji sedî 1’ê pîramîdê dewlemend bike. Ji bo qezancê dikarin agir bi cîhanê bixin û  ew kapîtalîstin ku niha li cîhekî yên gerstêrkan ku lê bijîn digerin. Ji bo vê jî çareserî di têkoşîna antî-kapîtalîst a civaka eko-sosyalîst de ye!”

Ekolojiyê xera dike

Demîrer destnîşan kir ku kapîtalîzm newekhevî û wêranî ye û wiha lê zêde kir: “Ew pergala nûjen a koletî û çavbirçîtiyê ye ku bi serfkirinê tê pompekirin. Kapîtalîzm li dijî demokrasiyê ye. Newekheviyê geş dike. Mirov û xwezayê dikuje. Ji ber ku sermaya kapîtalîst hilberîna li ser kedmijî û qezanca ji bo dewlemendiya zêdetir ava dike. Ev yek li ser nirxa zêde ya kedmijiya xweza û kedkaran bilind dibe. Hilberîna zêde, zêdetir serfkirinê dixe nav tevgerê û vediguherîne çopê ku erdê wêran dike. Mirovatî ji xwezayê dûr têxistin. Jiyana mirovan mehkûmî bê paşerojê dike û hevsengiya ekolojîk ser û bin dike! Kapîtalîzm bi têkbirina hawîrdora xwezayî ya ku dê jiyana wan bidomîne, rasterast  bûye xetereyek.”

Zêdebûna karbonê ajalan tune dike 

Demîrer di berdewamiya axaftina xwe de, bilêv kir ku belavbûna karbonê bûye sedem ku cîhan germ bibe û gelek cureyên ajalan û nebat winda bibin. Demîrer da zanîn ku di heman demê de gelek cureyên nebat û ajalan jî ber bi tunebûnê ve dibe û wiha domand: “Di navbera salên 1970 û 2010’î de cureyên bejayî ji sedî 39, cureyên ava şirîn ji sedî 76 û cureyên behrê jî ji sedî 39 kêm bûne. Şaristaniya kapîtalîst ji bo pêdiviyên xwe yên enerjî û madeyên xam bi serfkirina hîdrokarbonan ve girêdayî pêşketiye. Çopên wekî karbondîoksît û gaza metanê ku ji hêla pîşesaziyê, hilberîna çandiniyê û teknolojiyên veguhastinê ve têne derxistin ku bi enerjiya hîdrokarbonê ve girêdayî ne; bandora serayê çêdike. Ji ber vê yekê germahiya navîn ya gerstêrkê zêde dibe. Pergalên herikîna hewayê di atmosferê de diguherin. Bêedaletiya belavkirin-parvekirinê yên di warê hilberîna av û xwarinê de kûr dibin.”

Temenê cihanê kin dike

Demîrer anî ziman ku kujerê xwezayê pergala hilberîna kapîtalîst, pergala milkiyeta taybet e û wiha lê zêde kir: “Derketina pirsgirêkên hawirdorê pirsgirêka giştî ya pergala kapîtalîst e. Ji ber ku di navbera rûxandina ekolojîk û mantiqa qezenckirina kapîtalîzmê de têkiliyeke hundirîn heye. Di çarçoveya kapîtalîzmê de, xweza weke çavkaniyeke bêsînor û mesrefeke sifir tê dîtin. Kapîtalîzm her tiştî kirêt dike. Ne xwediyê wê potansiyelê ye ku bi xwezayê re hebûnek bi aheng pêk bîne. Wekî din, avahîya kaotîk a pêvajoya komkirina sermayeya kapîtalîst ku rasyonalîteya qismî û îrasyonalîteya giştî li hev dike, îhtîmala çareser kirina pirsgireka cîhanî ya weke qeyrana ekolojîk ji holê radike. Xetereya ku cîhan hejandiye yek jê jî  pergala civakî ya niha ye. Navê vê pergala kapîtalîzma bêdawî ye! Sîstema kapîtalîst a serdest, bi hemû zindiyan re, cîhanê ber bi mirineke zû dikişîne.”

Şer hemû zindiyan dikuje

Demîrer bi bîrxist ku kapîtalîzm li ser esasên tundiyê xwe ava dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundî di demên aştiya navxweyî de jî û di şerên rastîn ên pêşîn de jî heye. Şer tevî mîrovan hemî zindiyên li ser sirûştê jî dikuje. Di pergala kapîtalîst de dema pirsgirêk derdikevin holê, ideolagên pergalê hewl didin gel bi lîstikên cuda bixapînin. Li dîjî pirsgirêkan ‘rojên taybet’ îlan dikin. Mînak, pîştî şerê ku tê de zêdetirî 50 mîlyon mirov hatin kuştin de, ‘Roja Aşitiya cîhanê’ îlan kirin. ‘Roja Xwezayê’ jî yek ji van roja ne! Divê neyê jibîrkirin ku roj û helwestên ji naveroka xwe qutbûyî xizmetê ji bûrjûwaziyê re dikin! Weke ku Karl Marx gotiye ‘Kapîtalîzm ger nikaribe siya darê bifiroşe darê dibire’ bi vê mantixê bi sedsalanê talana bêkontrol û xirakirinê didomîne. Gelek kes hene ku ekolojiyê wekî mijarek nû hatî îcadkirin dibînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê