6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sebriyê Aqûbî

Dema ez hîn bûka nû bûm, mala xezûrê min diçûn Êlihê, bîstan diçandin û wiha digotin: “Em ê herin Batmanê, pera têxin leganê! Bikin qûtê payiz û zivistanê

Belê xwînerên Ezîz,di jiyana her kesekî de çirokek erênî yan jî neyînî heye. Di jiyana  min de jî gelek serpêhatiyên curbecur di derûniya min de bi cih bûne.

Dema ez hîn bûka nû bûm, mala xezûrê min diçûn Êlihê, bîstan diçandin û wiha digotin: “Em ê herin Batmanê, pera têxin leganê! Bikin qûtê payiz û zivistanê.”

Welhasil kelam, bigotina îro serê adar û nîsanê ye, qamyonek dianîn ber derî û  pot û pertolê xwe davêtinê û  berê xwe didan Êlihê.

Wê salê jî, li Êlihê gundê Aqûba em cenanê Apê Sebrî bûn. Apê sebrî temenê wî nêzî 65-70 salî hebû. Zilamekî girs û çavşîn bû. Diyar bû ku gelek tecrûbeyên jiyanê pêre hebûn. Zilamekî nandar bû.

Belê em tev lî mala xwe ya bahneyî di qasa qamyonek Tahmes de gihîştin Êlihê gundê Aqûba. Me mala xwe danî ser bêndera û em ji bo xwe li stargehekê geriyan. Ez li bêndera li ser kevirekî rûniştim li ber alava mam, malî jî çûn kadîna mala apê Sebrî paqij bikin da ku em têde bistirên. Gundî di ber min re diçûn û dihatin, ji şerma min digot; ‘Xwedê niha erd biqelişiya û ez têde biçûma xwarê!’ Min dît dayikek çarika wê spî ber bi min ve hat û ji serî heta niga li min nerî û ji min pirsî:

– Hûn kî ne keça min? Tu keç î yan bûk î ? Ji şerma rûyê min sor bûn û min bê hemdî bersiv da û got!:

– Ez qîza Zekî me, yadê.

Jinikê têr bala xwe da min û çû. Me qirûqafê xwe bi cih kir û mala apê Sebrî ji me re şîva êvarê anîn. Hefteyekê em piya sibê zû çûn devê çem û êvarê hatin gund.

Êvarê em ji nav erd hatin me nêrî çend jin û çend mêr li ber deriyê me sekinîne, di nav wan de dayika ku gotibû tu bûk î yan keç î jî hebû, min ferq kir bê ji bo çi hatine.

Derbasî hundir bûn û rûniştin. Jinikê ji tiyê min ê mezin re got:

– Birayê Hecî dilê me di mervatiya we de heye ku bi destûra we be, em ê vê keça we ji kurê xwe re bixwazin.

Lê tiyê min pir hêrs bû û gote dayikê:

– Xwişka min ev bûka me ye, we li deriyê xelet daye.

Malbatê gelek şerm kirin û rabûn çûn.

Min jî kartona loqim bir dawiya malê û min çend kabikê loqim avêtin devê xwe.

Lê hûn bawer bikin hin tama wî loqimî di bin zimanê min de ye!

Êvarê ji bo leborînê, apê Sebrî bi xwe re anîn û hatin. Mirov ji sohbeta apê Sebrî têr nedibû, çend kêlî şûnde li nava gund bû qerepere, cûnta  Kenan Evren dora gundê Aqûba dorpêç kiribû.

Jin û mêr, zarok, kal û pîr, bi lêdan ji malan derdixistin û li ser bênderan civandin.

Bê sewal û cewal nigê wan xistin felaqê û bi qondaxê tifinga li binê nigê wan dan.

Qêrîn û fîxanek kete nava gundê Aqûba, dê weledê xwe diavêt.

Jin diqêriyan û mêr diaxiyan.

Lê bi sehetan li binê nigê apê Sebrî dan, deng ji apê Sebrî derneket çavê wî yê şîn fire dibûn, lê wî negot ay, di ser bûyerê re sî û şeş sal borîn, lê îşkenceya ku wê şêvê li gundiya hate kirin û sekna apê Sebrî weke dîwarê kela Amedê li hemberî zordaran, tu carî ji ber çavên min neçû û naçe.