3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdulhekîm Beşar li Efrînê çi dike?

Bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de bi alîkariya artêşa tirk ket bin kontrola komên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Bi dagirkirina Efrînê re zêdeyî 300 hezar niştecî ji cih û warên xwe koç kirin. Ji wê rojê heta îro li dijî kesên ku li wir mane, tacîz, tecawuz didome. Bûyerên birîna daran, diziya zeytûnan, revandina mirovan û daxwaza fidyeyê ji xizmên wan dewam dikin.

Berê ji zêdeyî ji sedî 90’î niştecihên Efrînê kurd bûn piştî ku ket bin kontrola komên çete, komên selefî ên çete malbatên xwe ji Îdlîb, Hûmûs, Hama, Gûta, Lazkiye û Helebê anîn û li Efrînê bicih kirin.

Tevî hemû raporên komele û rêxistinên mafên mirovan ên der barê binpêkirinên komên çeteyên li Efrînê deng ji tu saziyeke navdewletî yê pêwendîdar derneket. Kuştin, revandina mirovan, tecawuz û dizî û talana ku li Efrînê tê kirin nedîtin. Li hemberî van bûyeran ker, kor û lal man.

Dîsa sazî û rêxistinên navnetewî yên peywendîdar li hemberî guhertina demografîk a li Efrînê tê kirin, xwe ker û lal kirin. Herî dawî DYA’yê jî bi daxuyaniyeke sosret da xuyakirin ku guhertina demografîk li Efrînê tune ye. Ev jî tê wateya ku ji bo razîkirina dewleta tirk dê çavên xwe ji vê guhertina demografîk re jî bigirin.

DYA, hem dibêje guhertina demografîk tune ye. Hem jî dibêje ji ber sûcên revandin, fidye, xerac û guhertina demografîk wan li dijî 2 komên çete dane daye destpêkirin.

DYA’yê di 17’ê tebaxa 2023’yan de ji ber sedemên wekî “revandin, fîdye-xeraç, destdirêjî û guherandina demografiyê” der barê komên paramîlîter Lîwaya Şah Silêman û çeteyên ku bi navê Hemzat tên naskirin (Tueman Hemze) yên Tirkiye piştgiriya wan dike, biryara mueyîdeyê girt.

Dewleta tirk jî wekî ku Efrînê bajarekî Tirkiyeyê be êdî tevdigere. Perwerdeya bi zimanê tirkî li dibistanan ferz kiriye. Gelek navên gund, bajar û kolanan ji kurdî kirin tirkî. Di van rojên dawî de jî waliyê Hatayê Mûstafa Masatli çûye serdana Efrînê wekî ku bajarekî girêdayî Hatayê be.

Waliyê tirk bi xwe re rêveberekî ENKS’ê jî ( Abdulhekîm Beşar) wekî meymûnekî li kolanên Efrînê li pey xwe digerîne. Armanca dewleta tirk ji serdana yekî wekî Abdulhekîm Beşar çi ye wê di demeke nêzîk de xuya bike.

Li gorî baweriya min dê Abdulhekîm Beşar piştî çend rojan li ser medya civakî Efrînê wekî gul û gulîstan nîşan bide, wê bibêje revandin, fidye û guhertina demografîk tune ye. Wê bêje ev tev derew û bê bingehin.

Wiha jî wê Beşar peywîra ku jê re hatiye dayîn bi cih bîne û hemû sûcên ku li Efrînê hatine kirin û têne kirin veşêre û ser wan binuxmîne. Lê wekî dibêjin tîrêjên rojê bi moxil û seradê nayên girtin.

Gelê kurd baş dizane ku çi sûcên li dijî mirovahiyê li Efrînê hatine kirin wê tucaran bi gotinên kesên wekî Abdulhekîm Beşar baweriya xwe neynin.

Ji xwe rol û misyona ENKS beriya êrîşa li dijî Efrînê ew bû ku di nava raya giştî de û di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewletên din re Rêveberiya Xweser bi derew û bêbextiyan reş bikin. Piştî ku ENKS ew rola xwe bir serî niha jî dîsa jê tê xwestin îca kiryarên komên çete û binpêkirinên ku tên kirin veşêrin. ENKS dibêje ku ew dê li Efrînê û hin navçeyên wê nivîsgehên xwe vekin.

Bi kurt û kurmancî dewleta tirk ENKS ji xwe re wekî şahidê derewîn bi kar tîne. Niha jî Abdulhekîm Beşar li Efrînê di bin siya komên çete û parastina dewleta tirk de wê peywira xwe pêk tîne.