5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûnisî ketine tora bazirganê organên mirovan  

Ji ber şert û mercên aborî yên giran gelek tûnisî ketine tora bazirganên organên mirovan. Tûnisî hatine Tirkiyeyê û gurçikên xwe firotine

Ji ber şert û mercên aborî yên giran gelek tûnisî ketine tora bazirganên organên mirovan. Tûnisî hatine Tirkiyeyê û gurçikên xwe firotine.

Li gorî nûçeyeke malpera Al Hadas piştî lêkolînên bi mehan, der barê kirîna gurçikan de ku xelkê Tûnisê matmayî hişt, dadweriyê 5 kes bi tewana ku tev li şebekeya bazirganiya organên mirovan bûne, girtin û ji bo 3 kesên din jî qedexeya derketina derve hat danîn.

Li gorî nûçeyê ev tora bazirganiya organên mirovan ji sala 2018’an ve di navbera Tûnis û Tirkiyê de çalak e. Piştî şopandina çend hesabên sexte ên li ser tora malperên civakî ev mijar derkete holê. Endamên vê koma çeteyên bazirganiya organan bang li tûnisiyan dikirin ku bi endamên torê re têklî deynin û di berdêla firotina gurçikekê de 7 hezar dolar werbigirin.

Berdevkê fermî yê dadgeha yekem li Kasirînê Selah El-Dîn El-Reşdî îro di daxuyaniyekê de ji bo El-Erebiye / El-Hedas de got ku “lêkolînên çendîn emeliyatên derxistina gurçikan aşkere kirine.

Bi beşdariya Sûriyeyî û Urduniyan

El-Reşdî  di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev koma tawankar li ser înternetê çalak e û ji Tirkiyê bi beşdariya hin kesên sûrî û urdunî ji alî tirkan ve tê birêvebirin.”

Xizanî û feqîrî

Der barê vê mijarê de civaknas Mihemed Zereyî di daxuyaniyekê de ji malpera Al Arabiya re got: “Şert û mercên dijwar ên civakî û rewşên hejarî û hewcedariyê sedemên herî girîng in ku van kesan hişt ku yek ji organên xwe bifroşin da ku di warê aborî de sûdê jê bigirin.”

Zereyî diyar kir ku ev şert û mercên xerab ên jiyanê ji aliyê şebekeyên wiha ve hatin bikaranîn da ku van “mexdûran” bikişînin welatên din da ku organên xwe bi awayekî neqanûnî bifroşin. Zereyî bang li rayedaran kir ku bala xwe bidin diyardeya bazirganiya organan ku di van demên dawî de derketiye holê û civaka xwe ji wan çeteyan biparêzin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî qanûnên li Tûnisê kirîn û firotina organên mirovan qedexe ye û cezayên giran ên darayî û girtîgehê li dijî binpêkeran ferz dike. Lêbelê, ew çanda bexşîna organan teşwîq dike, bi şertê ku tezmînata darayî tune be.