12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik li dijî zextan derketin kolanan

Dayikan û rêxistinên civakî li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Riha, Edene û Dersimê li dijî êrîş û binçavkirina Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê daxuyanî dan

Dayikan û rêxistinên civakî li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Riha, Edene û Dersimê li dijî êrîş û binçavkirina Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê daxuyanî dan. Dayikan xwest bêedaletî û zilm bi dawî bibe.

Mêrdîn

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo binçavkirina Dayikên Aştiyê yên li Geverê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî dan.  Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Pêrîhan Altûg di daxuyaniyê de axivî. Altûg destnîşan kir ku ew wek Dayikên Aştiyê naxwazin li ser dayikan zext û zilm çêbibe. Altûg anî ziman ku girtin û binçavkirinên Dayikên Aşityê bêedaletî ye û divê ev bêedaletbûn ji holê rabe û wiha axivî: “Îro li ser dayikan zext heye. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Bila ev xwîn bisekine. Em ne tenê dayikên kurda e, em dayikên hemû gelên bindest in. Çima îro dayik tên girtin û binçavkirin? Zarokên dayikan tên kuştin û di zindanan de tên girtin. Em edaletê û aştiyê dixwazin. Bijî aştî.”

ÎHD’ê li gelek bajaran piştgirî dan dayikan

Şaxên ÎHD’ê li gelek bajaran êrişa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kirin û piştgirî dan dayikan. ÎHD’ê destnîşankirin ku ew ê her tim bi Dayikên Şemiyê re bin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê ragihandin. Şaxên ÎHD’ê yên Şirnex, Wan, Riha, Dêrsim, Enqere, Edene, Îzmîr û Mêrsînê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de êrişa li dijî Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê hat şermezarkirin.

Şirnex

Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayikên Şemiyê li Kuçeya Hunerê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Cizîrê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi we re ne Dayikên Şemiyê” hate vekirin.

Daxuyaniyê Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togûrlû xwend. Togûrlû, diyar kir ku li dijî bêhuqiqîyê ew ê bi têkoşîna Dayikên Şemiyê re bin û wiha axivî:” Di hefteya 960’emîn de careke din dixwazin ku me bi zext û tundiyê bêdeng bikin. Em bang li we dikin, em dizanin ku hûn bi bêdengkirina me dixwazin kesên di binçavan de hatine windakirin, nebînin. Binçavan de windakrin polîtîkayeke dewletê ye. Em dizanin ku ev siyaset rastiyan di tariyê de dihêle. Em dizanin ku hûn dixwazin me bêdeng bikin. Ji ber ku em agahiyên veşartî û rastiyên veşartî radixin ber çavan. Em dizanin ku hûn daxwazên me paşguh dikin, ji ber ku hûn daxwazên me weke xetereyeke li ser serdestiya xwe dibînin.

Lê em hene, em li vir in û em ê bêdeng nemînin; Em ê di her astengiyekê de jî bi dîtina rêyeke cuda ve heqîqetê biqîrin.”

Wan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û binçavkirina wan şermezar kir. Enedamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer tev li çalakiyê bûn.Polîsan biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê hincet nîşan dan û nehiştin çalakî were lidarxistin. Gelek kesên ku li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Wanê kom bûbûn, li ser astengiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Zext nikarin me bidin sekinandin” hatin berzkirin û astengiya polîsan hate şermerzarkirin.

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Şaxên ÎHD’ê yên Riha, Dêrsim, Enqere, Edene, Îzmîr û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ji bo Dayikên Şemiyê ragihandin.