28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li Licê agir bi daristanê xist

Li çiyayê Cuma yê Licê ya Amedê leşkeran agir bi qada daristanê xist. Şewata qada daristanê belav dibe

Li çiyayê Cuma yê navçeya Licê ya Amedê agir bi daristanê ket. Agirê ku leşkeran bi daristanê xist her ku diçe belav dibe. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî di saetên êvarê de leşkeran agir bi daristanê xist. Agir ji ber nayê vemirandin her ku diçe li qada daristanê belav dibe. Welatî bi tirs û fikar in.

Li Kurdistanê bi salan e ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer operasyon didomin. Leşkerên ku derdikevin operasyonan agir bi qadên daristanê dixin. Welatiyên ku dixwazin agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Bi salan e ji ber şewata daristanê çiya û daristanên li Kurdistanê tên talankirin û wêrankirin.