17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dûrketina ji ax û welat

Welat ew cih û war e ku mirov lê çê dibe û dijî. Ax ji bona jiyan, çandinî, xwarin û vexwarinê ye. Xweza jî nefes girtin û jiyan e. Mirov axê, ax jî mirovan xwedî dike. Bi gotinek din “ax mirov e mirov jî ji axê ye.”

Mirov bi reng û dirûvên xwe dişibe axa xwe. Mirov bi zimanê ax, xweza û ajalên welatê xwe dizane. Her ajalek, newal û kendalek bi zimanê xwe navekê lê dike. Ked û xwêdanê tê de dirijîne.

Welat û ax wek dayik û dergûşê ye. Dayik di hemla xwe de 9 mehan dergûşa xwe xwedî dike, dergûşa dayikê xwîn û jiyana xwe ji dayika xwe digire. Dayik ax e, mirov li ser axê dijîn.

Dema dergûş ji dayika xwe dibe, tê ser rûyê axê du dayikên dergûşê çê dibin. Yek, dayika zayendî du jî axa wî ya ku li ser dijî. Dema dayika dergûşê jiyana xwe winda bike, ew zarok sêwî dimîne, dikeve destên xism û kesên mayîn. Ev yek jî dibe sedem ku ew zarok bê zimanê dayikê û bê şefqet mezin bibe.

Rewşa kesên ku axa wan di destên desthilatan de ne, wek dergûşa bê dayik in. Ew desthilatdar navek din li ax û xwezaya wî welatî dikin. Navên mirov, çiya û hemû xwezayê navên bi zimanên xwe lê dikin. Ew welat û ax wek dergûşa sêwî û melûl dimîne.

Heke em nav lê bikin, wek van mînak û terîfan em gelê kurd, gelek qedîm û xwedî şaristaniyan bûn. Kesên din hatin li ser axa me rûniştin, talan û wêran kirin, me ji axa me qetandin. Berên me dan ax û jiyaneke biyanî. Wek ku tu gihayekê ji koka wê biqetînî ew giha çawa ku bi çilmise, em jî ketin kolanan, cil û bergên me û hemû çanda me hat talankirin. Me axa xwe, zevî, merg û zozanên xwe li paş xwe hişt û em ji welatê xwe dûr ketin. Bi piranî zimanê dayikê hat jibîrkirin.

Em û zarokên xwe bûne wek biyaniyan bi hev re. Carinan keç û xortên me ji dayik û bavan fedî nekirin û pir zimanî ket di nav malbatan de. Lewre dayik û bav di serên xwe û xewnên xwe de ax û welat jiyîn.

Lê zarokên ku li welatek biyanî ji hemla dayika xwe bû, li ser axek biyanî hate dinê, ev yek jî dibe sedemên hemû êş û eleman. min ev tişt di jiyana xwe de dîtin. Bi salan zindan û dûvre jî derketina Ewropayê. Zarok li metropolên tirkan man û dûvre hin ji wan hatin, ketin nava vê jiyanê.

Ne gund, ne bajar, ne zozan û warên min,

Ne govend û dîlan ne bûk û ne berbûk,

Ne dengbêj û ne bilûrvan.

Ne banga mele ne mizgeft û ne laleş

Ne cem, ne semah, ne keç û xort,

Ne bêrî, ne bêrîvan û ne şivan.

Welatek biyan li hêviya bihara me

Carinan di xewnê de diçim warê xwe,

Lê gava şiyar dibim dîwarek spî û sar.

Bi dîwar de du wêne û resim bi dardane,

Yek resmên dayik û bavê min,

Yê din jî çiyayê mîrhesen li bintara wê.