2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîn Ronak ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin

Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê, duh hat tehliyekirin. Mizgîna ku di sala 1992’yan de li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi iddiaya “endamtiye rêxistinê” 30 sal ceza lê hat birîn, duh serbest hat berdan. Mizgîn bi malbata xwe re îşev ji Balafirgeha Stenbolê hat Balafirgeha Amedê.
Mizgîn li balafirgeha Amedê ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-Der), Rêvebirên HDP’ê yên Rêzan û Kayapinar, PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Rojnameya Xwebûnê  û nivîskarên Kurd ve bi kulîlkan û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”  ve hat pêşwazîkirin.
Mizgîn û kesên ku hatin pêşwaziyê, piştre çûn li ber avahiya mala Mizgîn daxuyaniyek kurt da. Mizgîn, spasiya xwe li hemû kesan kir û got: “Heta girtîgeh vala nebin azadî nîvî ye  ew ne azadî ye.”
Her wiha rojnamegerên ku li balafirgehê xwestin keşanê bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.