3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Durûtiya li hember DAIŞ’ê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

20’ê Çileyê bi şev, çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî plankirî êrîşî Hesekê kirin. Armanca êrîşê, ji girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêranê revandina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bû. Derket holê ku DAIŞ’ê demeke dirêj amadekariya vê êrîşê kiriye û ji bo wê jî li herêmê şaneyên veşartî û cebilxane bi cih kirine. Di salvegera êrîşên li ser Efrînê de şaneyên veşartî bi awayekî hemwext ketin nav liv û tevgerê.
Piştî DAIŞ ji aliyê HSD’ê ve têk çû, ev cara yekem e ku êrîşeke wisa berfireh û bi plan bi pêş dixe. Lê derket holê ku ev êrîş li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin plana wê hatiye kirin. Beriya vê erîşê bi çend saetan dewleta tirk a dagirker êrîş bir ser rêya M4 û Eyn Îsayê. Herêmên Til Temir û Şêrawa jî bê navber hatin topbarankirin. Di van êrîşan de armanc ew bû ku bala HSD’ê belav bike. Di şeva heman rojê de komên çete bi awayekî hemxwext li dijî girtîgeha Sinaa ketin nava êrîşê.
Yekem armanca vê êrîşê her çendî revandina endamên DAIŞ’ê be jî dewletên ji hebûna Rêvebiriya Xweser nerehet, xwestin ku li herêmê bêîstiqrariyê û aloziyê çêbikin. Xwestin vê yekê Rêvebiriya Xweser bêhêz û lewaz bidin nîşandan û ji bo êrîşên nû bingehê ava bikin. Dema mirov di vê çarçoveyê de li mijarê mêze dike, di rewşeke wisa aloz de herî zêde kî ango kîjan dewlet feydeyê bi dest dixe, diyar dibe. Lewma di vê êrîşê de jî dijberiya kurd derdikeve pêş.
Ji bo vê êrîşê çete ji herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê, Girê Spî û ji Iraqê çûbûn Hesekê. Çeteyên li van herêman ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk hatin perwerdekirin. Serçeteyên DAIŞ’ê yên bi MÎT’a tirk re di nav hevkariyê de ne şaneyên xwe yên li Iraqê jî xistin dewrê. Li gor li xwe mikurhatina çeteyekî ev 6 meh in amadekariyê vê êrîşê tê kirin. Bi vê êrîşê di serî de dewleta tirk, rêvebiriya Şamê û Rûsya jî li dijî Rêvebiriya Xweser ketin nava propagandeya reşkirinê. Her çendî girtina van çeteyên radîkal û ewlekariya girtîgeha Sinaa ne di bin berpirsyariya HSD’ê tenê de be jî, muxatab tenê HSD hat nîşandan.
Li hemberî vê rewşa kambax koalîsyona navneteweyî ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de her dem pişta xwe bi HSD’ê xurt dikir bêdeng ma. Bi bêdengiya koalîsyona navneteweyî derket holê ku ti projeyên hêzên navneteweyî ji bo van girtiyên DAIŞ’ê nîn in. Her çendî Rêvebiriya Xweser di her firsetê de ji bo darizandina van çeteyên tundraw banga darizandin û paşve girtina welatiyên wan li hêzên navneteweyî dike jî ev bang bê bersiv tên hiştin. Lewma di halê heyî de bi deh hezaran çete weke barekî giran li ser pişta Rêvebiriya xweser meya. Ji bo vî barê giran bi Rêvebiriya Xweser re hevkariya tê xwestin nayê kirin.
Li 7 girtîgehên herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji 54 welatê cuda dimînin. Her wiha, bêtirî sed hezar alîgirên DAIŞ’ê ku piraniya van malbatên çeteyane li 14 kampên cuda dimînin. Ji van kampan ya herî mezin jî kampa Holê ye.
Lê hin welat hene ku hewl didin bi hebûna DAIŞ’ê li herêmê ji bo xwe qadekê vekin. Yek ji van jî dewleta tirk e. Ji ber ku êrîşên DAIŞ’ê ne tenê wê Rêveberiya Xweser qels bike, di heman demê de kêrî dewleta tirk tê, herî zêde ew piştgiriyê didin van çeteyan. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku stargeha herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê yên ji ber operasyonan direvin, herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne.
Di serî de HSD’ê ji ber barê giran ê xwedîkirina bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê di zindan û kampan de bang li welatên rojava kir ku welatiyên xwe, çeteyên DAIŞ’ê paşde vegerînin.
Birîtanya û Almaniya bersiva vê bangê dan û bi derxistina yasayeke ji bo betalkirina hemwelatîbûna van endamên DAIŞ’ê û gotin ku divê li Fransa endamên DAIŞ’ê, heta welatiyên wan jî li cihê ku sûc kirine, bên dadgehkirin, bi gotineke din, ji berpirsiyariyê reviyan.
Banga duyemîn a girîng ya HSD’ê avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di destê wê de bû. Ev bang jî heta niha bêbersiv maye.
Jixwe, li herêmê welatên muxatabê vê pirsgirêkê ne, ji bo serweriya xwe li ser îradeya gelan bi taybet jî rola Rêvebiriya Xweser lewaz bikin guh nadin van bangan û xwe ker û lal dikin.
Berî ku em bi dawî bikin, divê were zanîn ku tişta li Hesekê qewimî encama lîstikên li ser herêmên tên meşandin e. Lewma divê di serî de koalîsyona navneteweyî bi erka xwe rabe û ji bo van çeteyên girtî çareseriyeke mayînde peyada bike. Di halê heyî de ji derveyî Rêvebiriya Xweser ti hêza çareseriyê ji bo vê pirsgirêka ku hemû cîhanê eleqedar dike dernexistiye holê. Ev jî metirsiya li ser mijarê zêdetir dike.
Lewma divê hemû aliyên xwe wek muxatabê vê mijarê dibînin guh bidin banga Rêvebiriya Xweser û ji bo darizandina va çeteyên xwînxwar demildest têkevin hereketê.