3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê êrîşî 7 navendên milîsên Îranê kir

Senatorê Amerîkî Roger Wicker got: Bersiva "dereng" ya Biden li Iraq û Sûriyê dem da dijminan ku xwe veşêrin û amade bin. Berdevkê Berê yê CENTCOM'ê jî got divê raste rast Îranê were hedfef girtin.

Senatorê Komarî Roger Wicker êrîşên tolhildanê yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê bi “derengî” bi nav kir û got ku rêveberiya Biden “bi ehmeqî” nêzîkî hefteyekê ji dijminên xwe re li ser niyeta Amerîka peyaman da û şansek da wan ku biçin û xwe veşêrin. Dem hatiye ku Serokê Amerîkayê bi helwesteke nû bo armanckirina piştgirên rasteqîn ên terorê li herêmê bigre.

Daxuyaniya Qesra Spî

Qesra Spî: Li gor texmînên destpêkê, êrîşa tolhildanê ya Amerîkayê li Iraq û Sûriyê serkeftî bû

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku êrîşên tolhildanê yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê serkeftî bûne.

Kirby wiha berdewam kir û got ku Amerîka zêdetirî 85 hedefan li 7 tesîsên ku 3 li Îraqê û 4 jî li Sûriyê di nav wan de ne, kirine armanc.

Agahiyên SOHR’ê

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan SOHR’ê jî der barê êrîşan de ragihand ku di encama êrîşên tolhildanê yên Amerîka li ser derdora Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê 18 çekdar hatine kuştin û 26 armanc jî hatine tunekirin.

Daxuyaniya Pentagonê

Pentagonê jî der  barê mijarê de wiha got: “Hêzên me li Îraq û Sûriyê 7 baregeh di nav wan de li zêdetirî 85 hedefan xistiye

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin her wiha got: Amerîka li Rojhilata Navîn daxwaza şer nake, lê êrîşên li ser hêzên xwe qebûl nake û hemû tedbîrên pêwîst bo parastina hêz û berjewendiyên xwe werdigire û ev destpêka bersiva Amerîkayê ye.

Divê raste rast êrîşî Îranê bike 

Berdevkê Berê yê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino ragihand ku êrişên şeva borî yên hêzên Amerîkayê dê destkefteke wisa berbiçav bi dest nexin û got jî ku komên nêzî Îranê dê êrişên xwe li ser hêzên Amerîkayê berdewam bikin, loma: “Bersiva herî baş êrişa rasterast a li ser Îranê ye.”