28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ecêb-ecêbî

Ez bêjim jiyan ecêb e yan jî mirov, an jî bi hev re ecêbiyek heye, ka em bi hev re bifikirin.

Dem û dewran e

Di demên kevn, di Serdema Navîn de Ingilîzan hemû kujer, diz, tolaz, rêbir, serxweş, doxînsist, tecawizkar û xwedîbelayên Brîtanyayê, yanî yê welatê xwe şandin Awusturalyayê, şandin mêtingeha xwe. Qilêr, nexweşî û pîsiya xwe avêtin wê derê.

Qaşo navxwe paqijkirin

Ê…Ê ya wê, vana çûn, xwecîhiyê wira, rebenên Aborjînên ku nizanibûn xerabî çi ye, endamên xwezayê, xwedî bawerî û jiyanek xwezayî tev qetilkirin, jin û qîzên wan li xwe helal kirin, warekî nû, jiyaneke qaşo nû, bi heramiya xwe avakirin, di pey re giregirên Brîtanyayê jî arz-î endam kirin, çûn wê derê ku niha navê wê warê demokrasî û şaristanî ye.

Lewra teknîka wan, çekên wan zêde nûjen û yên din, hema bibêje bêçek bûn.

Ji qewla mêrdîniyan “De were û venexwe mazot!”

Tunekirina belengazan

Herê, şaristanî, pêşketin wisa bi qetilkirin û tunekirina belengazan pêk tê, lewra hêza wan tune, vêca paşketî û dinyanedî ne, ciyê wan li ser rûyê erdê nîne, ji mirovahiyê re asteng in.

Bi min ev ecêb e.

Bi we jî ne wisa!

Xerîbin tên, kes nizane bezê bin guhê bavê wan ji ku ye, çi ye, welatê te ji te distînin, te tunedikin û şaristaniyê ava dikin!

Ê wele ev ecêb e!

Krîstof Kolombê ku li ser navê keyayê ispanyayî çû Amerîkayê jî heman tişt pêk anî. Destdanserî, talanî, tecawizî, serbest, tew li ser navê Xwedê û bi fermana Incîlê, tevî hemû kesên dijmirovên dûrî civakê.

Paşê serdest û giregirê holandî, ingilîzî, fransî û hemû cûre ewropayî, tevlî çek û cebilxaneyê nûjen, teknîka pêşveçûyî berê xwe dan wira; Înqa, Maya, Aztek û çermesorên reben ku ew endamên şaristaniya xwezayî û mirovên xas wijdanên însaniyetê bûn, ew jî bibêje bêçek in, bi salan kuştin, dest danîn ser ax û namûsa wan, Ew tunekirin bi sedsalan.

Talî!

Talî şaristanî û warê demokrasiyê ava bû!

Hela, hela…

Bi min ev ecêb e.

Bi we jî ne wisa!

Ma şaristanî ev e?

Û demokrasî!

Ya wijdanê mirovahî!

Dîsa, ji Asyaya Navîn û çola Erebistanê hov, xwînmij û nokeran tevlî hevkarê xwe, berê xwe dan welatê min î şîrîn Kurdistan. Kuştin, talan, dagirkerî, mêtingerî bû bahoz û ecacok; di dest de Quran, qaşo misliman.

Em dergûşa mirovahiyê, warê mirovahiya qedîm; Zagros-Torosî; Gutî, Kasî-Sûbar, Kurtî, Hurî Mîtanî, Kardoxî, Medî- Kardomedî; Kurd; Kurmanc, Kirmanc, Hewreman-Goran, Soran, bûn qaşo hovên çiyayî, dinyanedî, ew ê me qir bikin, tovê me biqelînin, kedî bikin û şaristaniyê ava bikin û demokrasiyê bijîn!

Tewlo…

Ma ev ne ecêb e, lo!

“A niha em

Xerîba/xerîbê her olê

Xerîba her çînê

Xerîba her welatî

Xerîba her qewmî ne

De bila wisa bêje

Dem

Û peyvek me jî heye

Dilê min dike ku biteqe!”

Ki mirov û xwecîhî ye, kî biyan û dagirker-talanker e!