14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Porselen û pola pîşeya sefariyê tune kirin

Seyîdhan Taşiyan ku karê sefariyê dike, got ku bi berbelavbûna amûrên pola, plastîk, porselen û cam re pîşeya wan bi tunebûnê re rû bi rû ye û anî ziman ku ji ber karekî zor û zehmet e kes naxwaze vî karî bike

Bi pêşketina teknolojiyê re pîşeyên bi destan roj bi roj winda û tune dibin. Yek ji van pîşeyan jî pîşeya sefariyê ye. Dîrokeke dûr û dirêj a sefariyê heye. Bi pîşeya sefariyê amûrên nav malê yên mîna teşt, beroş, teyfik, îskan, sênî tên çêkirin. Lê ji ber ku di salên dawîn de ev amûr êdî bi pola, porselan, plastîk û camê jî tên çêkirin pêdivî bi sefariyê kêm bûye. Ji ber vê sedemê li gelek bajaran ev pîşe li ber tunebûnê ye.

Li bajarekî mîna Amedê ku bajarekî mezin e û gelek navçeyên wê hene tene du kesên ku karê sefariyê dikin mane. Ji van her du kesan Seyîdhan Taşiyan, der barê sefariyê de ji rojnameya re axivî û qala karê xwe kir. Taşiyan, diyar kir ku 57 sal in vî karî dike û wiha got: “Ez vî karî ji hostayekî ereb hîn bûm. Dema bavê min mir diya min ez anîm cem hostayekî ereb û ez li ber destê wî bi salan weke çirax xebitîm. Dema min dest bi vî karî kir emrê min hîn heşt sal bû.”

Pê debar nabe

Taşiyan, li ser hînkirina xwe ya kar jî rawestiya û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Min vî karî qedeme bi qedeme hîn kir. Mirov dibistan jî bixwîne mirov nikare her karî bike. Hinek pîşe hene ji bo tu bikî ne dibistan divê qabiliyeta te hebe. Her kes nikare her karî bike. Heta min vî karî hîn kir ez li cem sê hostayan xebitîm. Piştî ku min vî karî hîn kir min ji xwe re li vê sûka sifirfiroşan cihek vekir.”

Di berdewamê de Taşiyan, da zanîn ku li Amedê tenê ew û kesekê din vî karê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî min cihê kar vekir êdî ez tam bûm hostayê vî karî. Lê ev kar niha ne yê ku mirov pê debara xwe bike ye. Ku min mûçeya teqewîtbûnê negirata min nikaribû debara xwe bi vî karê tenê bikira. Her wiha min vî karî nekira min nikaribû tenê bi mûçeya teqawîtbûnê jî debara xwe bikira. Li Amedê ez û kesekî din vî karî dikin.”

Alîkariya jiyandinê xwest

Taşiyan, xwest ku ji bo jiyandina pîşeya wan alîkariya wan bê kirin û wiha pêde çû: “Divê ku alîkarî bê kirin ku kesek karibe bi vî karê debara xwe bike. Heke kes nikaribe pê debara xwe bike wê ev pîşe ji holê rabe. Ji ber karekî zor û zehmet e kes naxwaze vî karî bike. Berê amûrên ku mirov tê de xwarinê çêdikir, dixwar û vedixwar tenê ji sifir çêdibûn. Lê niha newsa ye. Her diçe ev çand radibe, cihê xwe ji pola, porselen û cam rê dihêle. Êdî pir kêm kes amûrên sifir bi kar tînin. Hinek jê jî sifir ji bo xemlandinê bi kar tînin. Kesên ku ji bo xemlandinê bi kar tînin jî paqij nakin wisa datînîn mala xwe cihê berbiçav.”

Di axaftina xwe de Taşiyan, bal kişand ser paqijkirina amûrên sifir û ev tişt got: “Ji bo tenduristiya mirovan paqijiya amûrên sifir ku xwarên di wan de tê xwarin ji her tiştî girîngtir e. Ji ber vê divê ku amûrên sifir ên zengarî dibin bên paqijkirin. Heke neyên paqijkirin dive ji bo xwarinê nêyên bikaranîn. Çawa ji bo tendûristiyê divê tu xwe paqij bigirî eynî wisa divê tu amûrên ji sifir tên çêkirin ji wisa paqij bigirî. Ji bo pêşîlêgirtina jehrîbûna sifir divê ev yek herî kêm salê carekê were kirin.”

Paqijkirina amûrên sifir

Taşiyan, bi lêv kir ku ji bo paqijkirina amûrên ji sifir ava kezabê, agir, kalay, pembû, av, qûm, komir lazim in û bi van gotinan qala zehmetiyên karê xwe kir: “Ev kar qedeme bi qedeme tê kirin. Bi salan jî mirov lê binêre û bixwaze ku hîn bibe ka çawa çêdibe hîn nabe. Ji bo mirov hîn bibe divê mirov salên xwe bide vî karî. Di destpêkê de amûra ku em spî û paqij bikin nîv saetî di ava kezabê de dihêlin. Piştî ku nîv saet di avê de ma em tînin kalay lê dixin û datînin ser agir. Dema li ser agire em bi pembû hundir û derdora wê paqij dikin. Ger amûr pelaxtî be em rast dikin û ji bo ku baş were paqijkirin toza komirê pê dixin. Herî dawî qûmê pêdixin û dişon. Piştî em vana yek bi yek dikin êdî amûr dibe weke berê nû dibe û ji bo bikaranînê amade dibe. Beriya were bikaranîn divê bi sabûnê were şuştin.”