3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edalet wê bi têkoşîna gelê kurd bê vî  welatî

Îro 9’ê Adarê ye. Salek berê îro Malbata Şenyaşar ji bo edalet cihê xwe bibîne û kujer bên darizandin, li pêş avahiya Edaletê ya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt. Bi minasebeta salvegera çalakiya Malbata Şenyaşar parazvanên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji gelek bajaran hatin Rihayê û li pêş Edliyeya Rihayê kom bûn. Nûnerên rêxistin û partiyên siyasî di çalakiyê de  pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet, ji bo her kesî edalet” vektirin. Nûnerên HDP, DBP, KCD, ÎHD, OHD, CHP, DEVA, TÎP û gelek partî û rêxistinên civakî amade bûn. Nûneren partî û rêxistinan li vir yek bi yek axivîn û piştgirî dan malbata Şenyaşar. Nûneran soz dan malbata şenyaşar ku heta dawî ji bo edaletê têbikoşin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li pêş edliyê kursî danî û yek bi yek axivin. Dema

‘Qerîna Emîne di guhê milyonan de olan dide’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: “Em hestên xwe yên piştevaniyê bi Dayika Emîne û kurê wê re parve dikin. Êşa wê êşa me ye. Îro salek Dayika Emîne li pêş Edliyeya Rihayê lêgerîna edaletê dike. Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar, lêgerina hemû gelê Tirkiyeyê ye. Ev çalakiya dayika Emîne Şenyaşar nîşan dide ku saziya edaletê çawa bûye amûra îqtîdarê. Malbata Şenyaşar hêj li edaletê digere. Îqtîdar dibe asteng ku kujer bên darizandin. Kujeran diparêze. Dayika Emîne salek e bêyî guh bide germa û sermayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Qerîna wê îro li tevahiya Tirkiyeyê di guhê milyonan kesan de olan dide. Lê Wezareta Dadê li şûna guh bide daxwazê wê û edaletê pêk bîne, wê binçav dikin û zextan li ser wê zêde dikin. Em li her derê û her dem piştgiriyê didin daxwaza malbata Emîne Şenyaşar.” Piştî axaftina Gunay girsê silogana “Heq Hiqûq Edalet” berz kirin.

‘Têkoşîna dayikan dê demokrasî û edaletê bîne’

Hevseroka Gişti ya DBP’ê Salîha Aydenîz: “4 sal berê hevjîn û 2 kurên Dayika Emîne Şenyaşar hatin kuştin. 4 sal derbas bûn heta niha der barê kujeran de doz venekirin. Lê salek e Emîne Şenyaşar li edaetê digere di salekê de gelek doz lê vekirin. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet tune. Emîne Şenyara û Ferît Şenyaşar ji bo edaletê bînin Tirkiyeyê dest bi vê çalakiyê kirin. Em gelê kurd her tim dixwazin bi rê û rêbazên demokrasî û mafên mirovan pirsgirêkê çareser bikin. Lê ew di aliyê dijhiqûqî û bê edaletê ye bêtir kuştin, înkar û qetlîaman pêş dixin. Em dibêjin heta edalet were vî welatî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çawa Dayika Emîne Şenyaşar dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ê jî wê tenê nehêlin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku em dizanin ev têkoşîna me dê demokrasî û edaletê bîne. Ji bo edalet pêk bê û daxwazên wê pêk bê em e li cem Şenyaşar bin. Em baş dizanin ku edalet, demokrasî û mafên mirovan dê bi têkoşîna me bi ser bikeve. Wê bi têkoşîna dayikên me û têkoşîna gelê kurd were vî welatî.” Piştî axaftina Aydenîz girsê silogana “Bijî berxwedana Zindanan” berz kirin.

‘Heta Emîne bigêje daxwazên xwe em ê li cem wê bin’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozruk: “Salek e Dayika Emîne têkoşînek bi rûmet daye destpêkirin. Li dijî malbata Emîne qatlîamek mezin pêk hat. Em wekî KCD’ê dê her tim li cem Emîne bin. Heta ku dayika Emîne bigêje xwesteka xwe em ê li cem wê bin em ê bi hevre têkoşîna wê mezin bikin. Salek e li dijî malbata Emîne bê edaletî heye.” Girsê piştî Berdan Ozturk silogana “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.

Serokê CHP’ê yê Ruhayê Ferhat Karadag: “Di 2018’an de li Pirsûsê li dikana malbata Esnaf Şenyaşar bûyer pêk hat. Endamên malbatê li nexweşxaneyê li pêş walî, qeymeqam û weziran ev komkujî pêk anîn. Mixabin heta niha edalet pêk nehatiye. Dayika Emîne salek e her roj hewl dide dengê xwe bigîne rayedaran. Lê mixabin pergala darazê ya yoz bûye. Ker û kor bûye. Duh 8’ê Adarê bû. Kesên ku bi gulan 8’ê Adarê li hev pîroz dikin, mixabin dengê Dayika Emîne nebîhîstin. Êdî dengê dayika Emîne bibhîzin. Lêgerîna edaletê ya Emîne êdî bûye lêgerîna me tevan. Hêsirên me û wê te li hev bûne. Em li cem malbata Şenyaşar in. Dengê wê dengê me, qerîna wê qêrîna me ye.”

“Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye

Serokê DEVA yê Rihayê Ahmet Tuysuz: “Dema ev komkujî pêk hat ez serokê baroyê bûm. Wê demê jî min bi tundî rexne kiribû. Ya herî girîng li nexweşxaneyê bi tupê oksîjenê bi awayekî lîncê endamên malbata  Şenyaşar hatin qetilkirin. Duh em li cem wan bûn îro jî em li  cem wan in. Qiyamet jî rabe divê edalet cihê xwe bibîne.”

Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Rihayê Halîl Îbrahîm Şansal: “Salek berê Emine Şenyaşar piştî dînamît di bin bingeha edaletê de teqiya, ji bo edaletê dest bi Nobeda Etaletê kir. Bi daxwaza edaletê dest bi nobetê kirin. Bi dehan caran daxwaza edaletê kir. Lê mixabin kesên li hemberî daxwaza Emîne ên edaletê ker û kor bûn, bi dehan caran dayika Emîne binçavkirin û xwestin bigirin. Dayika Emîne bi dehan caran hatin binçavkirin. Daxwazên dayika Emîne ên edaletê wekî sûc hatin dîtin. Em wekî TÎP’ê soz didin ku em ê li her derê û her demê li cem dayika Emîne bin. Heta li Tirkiyeyê yek kesên wekî Emîne nebîne emê têkoşîna edaletê bidin. Têkoşîna Emîne têkoşîna me ye.”

Li ser navê Baroya Rihayê û rêxistinên civakî jî axaftin hatin kirin û anîn ziman ku li dijî vê bêhiqûqî û edamletê ye.“

Nûnerê Herêmê yê ÎHD Tahîr Saçakli: Salek di ser lêgerîma malbata ku li edaletê digerin re derbas bûn. Li pêş çavê her kesî ev komkujî pêk hat. Lê ew kesên ku ev komkujî pêk anîn hesab nedan. Malbat ji bo edalet saleke bê navber çalakiyê li dar dixin. Salek e malbatak, dayikek dixwaze em fêrî bê edaleityê nebin. Ferî me dikin ku em hînî zilmê, zextan û serî tewandinê nebin. Ev cînayet li pêş çapemeniyê pêk hat. Dosya ji hev cuda kirin û delîl winad kirin. Li şûna ku bûyerê ronî bikin û ceza bikin, xwestin ser dosyayê bigirin. Kujer hêj tên parastin û hêj serbest in. Em dizanin di salên 90’î de çav ji kujeran re hatin girtin. Em bang dikin, kesên mafên mirovan diparêzin û li edaletê digerin tu carî dest ji lêrîna edaletê bernedan. Ji ber ku em dizanin dê rojekê edalet û hiqûq ji bo her kesî lazim e. Em wekî navend û şaxên ÎHD’ê em li daxwazên malbatê xwedî derdikevin. Em ê her tim piştgiriyê bidin daxwazên malbata Şenyaşar. Em carek din bang dikin. Bila faîl bên dîtin û bi çalak û adîl bên darizandin. “

Serokên baroyên gelek bajarên herêmê jî axaftin kirin û diyar kirin ku delîl tên windakirin û edalet pêk nayê.