8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Israîlê serdana Tirkiyeyê dike

Li ser vexwendina serokkomarê Tirkiyeyê Teyip Erdogan îro serokê Israîlê Isaac Herzog tê serdana Tirkiyeyê. Beriya vê serdanê gelek caran rayedarên tirk dan xuyakirin ku ew dixwazin têkliyên xwe yên bi Israîlê re sererast bikin.

Ev cara yekemîn e ji sala 2007’an de ku serokekî Israîlê serdana Tirkiyeyê dike.

Wekî tê zanîn tucaran têkliya di navbera herdu welatan de nehatiye birîn û her çendî li ser dezgehên medyayê têkliyên di navbera wan de wekî dijber û binakok xuya dikirin lê di warê dîplomasî û hevdîtinan de tucaran têkliyên wan ji hev qut nebûne.

Wekî mînak nakokiya herî zêde di sala 2010’an de derkete holê piştî ku Israîlê 10 welatiyên Tirkiyeyê kuştin, di êrîşa li dijî gemiya alîkariya Filistînê de. Di encamê de herdu welatan sefîrên xwe vekişandibûn welatê xwe.

Di sala 2016’an de dîsa sefîrên herdu welatan vegeriyan ser peywîra xwe û têkliyên di navbera herdu welatan de dîsa vegeriyan wekî berê.

Nakokiyeke din jî mijara peymana di navbera Israîl, Yewnanistan û Qibrisê de bû ya ji bo avakirina xeta gazê ya bi navê ‘Eastmed’ da ku gaza xwezayî ji rojavayê Behra Spî veguhêzin Ewropayê.

Israîl Enqereyê ji derveyî vê planê hiştibû. Lewre jî dibe ku herî zêde di hevdîtinên serokê Israîlê yên li Tirkiyeyê meseleyên gaza xwezayî werin nîqaşkirin. Bi taybetî piştî ambargoyên li ser Rûsyayê dê li rê û rêbazên din bigerin ku gazê bigihînin Ewropayê.

Hêjayî gotinê ye her çendî ku hikûmeta tirk bi rengekî aşkera wekî dilşewatê gelê filistînî were xuyakirin û wekî ku gelek nakokî di navbera wê û Israîlê de hebin tê nîşandan, lê di rastiya xwe de têkliyên di navbera ısraîl û Tirkiyeyê de bi rengekî veşarî gelekî xurt û bihêzin.

Tiştê ku niha dê were guhertin ev e Berê têkliyên wan veşarî bûn, niha êdî ew têkliya di navbera Tirkiye û Israîlê de dê bi rengekî aşkera were kirin. Wiha xuyaye ku êdî razîkirina gelê Filistînê ji bo hikûmeta tirk ne zêde girîng e ya girîngtir di nava van krîzên mezin ên li Rojhilata Navîn razîkirina Israîlê bêtir bi kêrî berjewendiyên wan tê.