13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja 14’mîn a êrîşa Rûsyayê: Agirbest dirêj kirin

Rûsyayê diyar kir ku ew ê rojeke din jî agirbestê dirêj bikin da ku rê li pêşiya sivîlan vebe û bikaribin ji bajarên destnîşankirî derkevin. Doh artêşa Rûsyayê diyar kir ku ji seat 10.00’ê serê sibê û şûnde agirbest dest pê dike û sivîl dikarin di derbasekê destnîşankirî re ji 5 bajarên Ukraynayê derkevin.

Doh li her 5 bajarên ku hatibûn destnîşankirin derbasekên mirovî nehatibûn saz kirin tenê li bajarê Somî 3500 sivîl ji bajêr derketin. Lê hîna gelek sivîl li bajarên wekî Buşa, Maryobol û Kievê jî asê mane.

Di heman demê de dengên li dijî êrîşên Rûsyayê jî zêde dibin, Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser kuştina sivîlan û da xuyakirin ku gelek sivîl di êrîşên Rûsyayê de tên kuştin û zêdeyî 2 milyon kes jî koçber bûne ku piraniya wan jin û zarok in.

Heyeta Bilind a Kar û Barên Penaberiyê UNHCR jî anî ziman ku di van rojên dawî de dibe ku hejmara penaberên Ukraynayê bigihêje 4 milyonan.

Balkêşe ku heta niha zêdeyî 500 celebên ambargoyan li ser Rûsyayê hatine ferzkirin û bi wê yekê Rûsyayê di warê ambargo û daneyan de dikeve pêşiya Îranê de.

Ambargoya petrola Rûsyayê

Serokê DYA’yê Joe Biden ambargoya herî dijwar li dijî Rûsyayê pêk anî û hinartina gaz û petrola Rûsyayê qedexe kir. Bê guman ew yek ji bo welatên Ewropayê gelekî zehmete ji ber ku derdora ji sedî 60 gaza xwezayî ya Ewropayê ji Rûsyayê tê kirîn.

Di heman çarçoveyê de Rûsyayê jî gef li Ewropayê xwarin, cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak der barê mijarê de wiha got: “Qedexekirina petrola Rûsyayê dê bi xwe re aloziyeke mezin bîne bazara cîhanê û dibe ku buhayê bermîla petrolê bigihîje 300 dolarî”

Almanya û Holdandayê ku herî zêde gaza xwezayî ji Rûsyayê dikirin destnîşan kirin ku ew ne bi biryara DYA’yê ya qedexekirina petrola Rûsyayê ne, ew herdu welat derdora ji sedî 40 ji hewcedariya xwe ya gaza xwezayî ji Rûsyayê dikirin.