28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8’ê Adarê rengê Newrozê diyar kir

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê du li Qada Îstasyona Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi mîtîngerek girseyî hat pîrozkirin.

Lê di mîtînga ku ji bo mafê jinan yên ku hatine binpêkirin de ji serî heta binî polîsên mêr bi hişmendiya dewleta ku bi hişmendiya mêran hatiye avakirin tevgeriyan û ji jinan re astengî derxistin.

Jinên ku ji bo berzkirina mafên xwe hatin qada mîtîngê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û ne hiştin ku jin bi hev re bikevin qadê. Di dema lêgerînê de ji jinan xwestin ku pêlavên xwe ji piyê xwe berbixin û pêşa etekên xwe rabikin da ku ew bibînin bi jinan re flama ango tiştek din heye an na. Piştî ku jinan li hemberî van kiryara bertek nişandan di navbera jinan û polîsan de nîqaş derketin. Polîsan di Roja Jinan a Cîhanê de xwest bi tundî pêşî li jinan bigirin. Lê jin tevî van bertek û astengiyan jî ji benden kontrole derbas bûn û ber bi qadê ve meşiyan.

Dema ev bûyer li bendên kontrolê pêk dihatin jinên ketibûn qadê jî li valahiya derdorên xwe dinêrtin, digot jin êdî nayên qadê û xemgîn dibûn. Lê piştî ku ew jinên bendên kontrolê derbas kirin û gihiştin qadê kelecan û hêza li qadê xurt bû.

Jinên ku bi cilên neteweyî li qadê kombûbûn bi govend û sloganan roja xwe pîroz kirin. Di pîrozkirina 8’ê Adarê de jinên girtîgehan ên ku reng dane vê rojê û rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nehat ji bîr kirin.

Piştî mitîngê jinên li qadê xwestin bi girseyî ji qadê derbikevin. Lê polîsên ku di destpêka mîtîngê de ji jinan re bûbûn asteng nehiştin ku jin bi pankartan û sloganan ji qadê derbikevin. Jinên ku kom bi kom ji qadê derketin li hemberî zextên polîsan jî sloganên xwe yên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.

Di encamê de hem coşa li Qada Îstasyonê hem jî coşa jinên li çar parçeyê Kurdistan û cîhanê ku êdî didin zanîn ew li hemberî tu zext û kiryarên hişmendiya mêran serî natewînin rengê Newroz û têkoşîna di sala 2022’yan jî diyar kir.