6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Efrîn a Efrînîyan e’

Şêniyên herêma Efrînê diyar kir ku ew tu carî dev ji Efrînê bernadin û gotin: "Em zarokên Efrînê ne, dayik, bav û zarokên me di Efrînê de şehîd bûne, Efrîn a Efrîniyan e. Wê tu carî nebe ya dagirkeriyê."

Di 20` ê Çileya sala 2018` an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên dagirkeriyê ya li dijî Efrînê dan destpêkirin. Di encamê de nêzî 300 hezar kes ji Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn. Şêniyên kantona Efrînê 20`ê Çileyê rojek reş bi nav dikin, her sal di vê rojê de meşê li dar dixin û sekina xwe li hember dijmin nîşan didin. Der bara vê mijarê de ji bo şermezarkirina êrişên li ser Efrînê,  şêniyên herêma Efrînê  meşek girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes beşdarî meşe bûn û dagirkeriya Tirkiya ya li dijî Efrînê şermezar kirin. Welatî ji ANHA’yê re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.

Weyatiyên Efrînê Ferîde Elî dayika Xwînda ya ku di şerê Efrînê de şehîd bûye got efrîniyan 58 rojan li Efrînê li ber xwe da û îro li Şehbayê  heman berxwedanê raber dikin.

Welatî Fikret Ebdo jî axivî û got şêniyên Efrînê dê berxwedana xwe li Şehbayê berdewam bikin heta ku vegerin Efrînê û wiha domand: “Em ê her tim li ser pêyan bin.  Gelê Efrînê gelek berxwedêr e, em tu carî li hember êrişan bê helwest neman. Em ê her tim li ber xwe bidin. Bi rihê gelan dê Efrîn û herêmên dagirkirî rizgar bibin.”

Ciwanê  bi navê Cîhan Bîlal jî wiha got: “Gelê kantona Efrînê her tim bi sekna xwe tê nasîn, îro bi hezaran şêniyên Efrînê ji bo ku berxwedana xwe ji dijmin re nîşan bidin daketin qadan. Em zarokên Efrînê ne, em ê tu carî nehêlên ku Efrîn ji dagirkeriyê re bi cih û war be.”