3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Eger gavek bê avêtin bila îro bê avêtin’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xelas bûye serbest bên berdan li Amedê di roja 142’an de didome. Malbat li ber deriyê Saziya Tibê ya Edlî (ATK) ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER û HDP’ê xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin. Lê polîsan destûr nedan ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakê  beşdar bibin. Ji ber vê yekê malbat û parêzer bi tena serê xwe daxuyanî dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de keça Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Demeke dirêj e çalakiya me didome. Di vê demê de gelek kes soz dan. Lê gotin ne çareserî ye. Çareserî tevger e. Em bê muxatab man. Wezîrê Dadê bersîveke erênî neda me. Saziyê sivîl ji bo ku piştgiriyê bidin me li vir in. Lê ew jî têne astengkirin. Di girtîgehan de gelek nexweş hene. Eger gavek bê avêtin bila îro bavêjin.

Dayîka Ciwan Boltan Nazîme Boltan jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha axivî: “Li girtîgehan rewşa girtiyan ne başe. Em li pey edaletê ne. Bila heqê me bidin me”

Pişte malbatan durişmeya “Heq,hiqûq, edelat” berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.