17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: ATK girtiyan dişîne mirinê

Jinên hiqûqnas çûn Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Prz. Aysel Tugluk a ku bi nexweşiya demansê ye kirin. Parêzeran piştî serdana Tugluk kirin, li ber girtîgehê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila Aysel Tugluk bê berdan” vekirin û dovîzên “Bila zindan bên hilweşandin, girtî bên berdan”, “Bijî piştevaniya jinan” û “ATK girtiyan dişîne mirinê” hildan.

Parêzer Leyla Han Tuzel beriya daxuyaniyê der barê tenduristiya Tugluk de agahî dan û destnîşan kir ku nexweşiya Tugluk li gorî berê hin zêdetir û giran bûye û ji ber ku piştevanî bi wê re tê kirin xwedî moralek zêde bûye.

‘ATK raporê li ber çavan nagire’ 

Piştî axaftina Tuzel, parêzer Eylem Arzu Kayaoglu metna daxuyaniyê xwend. Kayaoglu bi bîr xist ku Tugluk ji sala 2016’an vir ve girtî ye û qala xebat û têkoşîna Tugluk kir. Kayaoglu rapora berdanê ya nexweşxaneyê daye Tugluk bi bîr xist û got ATK raporên berdana Tugluk li ber çavan nagire û rewşa Tugluk piştguh dike. Kayaoglu li ser helwesta ATK’ê ya li hember Tugluk û hemû girtiyên nexweş nîşan dide rawestiye û got: “Tenê armancek ATK’ê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tugluk nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji tenduristiya Aysel Tugluk a giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.”

Bang li Yekîtiya Tabiban kirin

Kayaoglu bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Tugluk û hemû girtiyên nexweş bikevin tevgerê û dest bi parastina mafê jiyana girtiyên nexweş bikin. Kayaoglu her wiha got ew ji hemû aliyan li benda piştevaniyê ne.