15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehmed Esedî: Abdullah Ocalan Rêberekî dîrokî ye

Parêzvanê mafên Mirovan Ehmed Esedî yê Fasî, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêberekî ku wekî Mandela derbasî dîrokê bûye û got: “Ji bo ku Ocalan karibe rola Rêbertiyê bike, divê ji girtîgehê azad bibe.”

Parêzvanê mafên mirovan, nivîskar û rewşenbîrê nav û deng ê ji Fasê, Ehmed Esedî qala heyrantiya xwe ya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û fikrên wî re kir. Esedî ji nûçegîhanê ANF’ê Mihemed Elrûbî re axivî û destnîşan kir ku her roja debas dibe fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belav dibin û gelek aliyên Abdullah Ocalan dişibin lîderê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela.

Ehmed Esedî da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibata 1999’an di encama Komploya Navneteweyî de hat dîlgirtin, Rêberekî girîng e û got: “Bi giştî lîder yan leşkerî ne yan jî siyasî ne, lê Birêz Ocalan di her du waran de jî lîder e. Tevî ku ev kes çarêk sedsal e li girtîgehê ye jî, îrade û têkoşîna wî neşikest. Ev serketineke mezin e. Lewma ez tevlî fikir û ramanên wî dibim. Nelson Mandela li girtîgehê berxwedaneke mezin raber kir û barê hemû gelan girt ser milên xwe. Evane hemû ji bo Rêber Apo jî derbasdar in. Dewleta Tirk ev demek dirêj bi mejiyeke otorîter tê birêvebirin. Dem bi dem demokrasî pêş ketibe jî, li dijî gelê Kurd her tim zilm dewam kiriye. Gelê Kurd divê demildest azadiya Rêber Apo pêk bîne. Çima? Ji ber ku ew lîderek girîng e ku wê li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê ava bike.”

Esedî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li şûna girtîgehê, divê Ocalan li derve be. Divê ji bo aştî û demokrasiyê muxatab were girtin. Lê mixabin mejiyê leşkerî yê li Tirkiyeyê hîna jî naxwaze girîngiya vê rewşê fêm bike. Ez cara destpêkê dibihîzim ku Birêz Ocalan pirtûkên girîng nivîsandine. Ez ê bi xwendina wan pirtûkan kêfxweş bibim. Taybetmendiyên heman ên gelê Amazîx û gelê Kurd hene. Her du gel jî xwedî têgihiştineke demokratîk in. Tevî êrîşên dagirkeran jî her du gel hîna li ser piyan e û her tim li ber xwe didin. Gelê Kurd wê di siberojê de jiyana bi rûmet û aştiyê ava bike. Ji bo ku Rêber Ocalan jî bi rola xwe ya lîdertiyê rabe, divê demildest were berdan. Kesek wisa ye ku ji bo azadî û demokrasiyê bi rê ketiye, jiyana xwe fedayê gelê Kurd kiriye û divê derbasî dîrokê bibe. Nelson Mandela derket holê û hem li welatê xwe hem li cîhanê bi roleke siyasî rabû. Hêvî dikim ku heman tişt ji bo Rêberê Gelê Kurd jî çêbibe. Her gelê ku ji bo doza xwe ya rewa têdikoşe, wê di dawiyê de bigihije armanca xwe. Ji ber ku her gel ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşe. Ez bawer dikim ku gelê Amazîx jî gelê Kurd jî wê di têkoşîna xwe de bigihijin serketinê.”