spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 meh in rehîn girtine

Rozerîn Kurt ku 14 meh berê diviya bû bihata berdan, 14 meh in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dîl hatiye girtin û nayê berdan.

Xwendekara Zanîngeha Bedlîs Erenê  Rozerîn Kurd di 9’ê gulana 2016’an de di operasyona li dijî xwendekaran de hat binçavkirin û girtin. Bi îdiayên “Endamtiya PKK’ê” û “Propagandaya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Kurt birîn. Kurt, ku di pêvajoya girtinê de li gelek girtîgehan ma, herî dawî jî birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê. Diviyabû Kurt di 26’ê mijdara 2022’yan de bihata tehliyekirin. Lê bi hinceta cezayê qedexeya hevdîtinê ya di 6’ê hezîrana 2022’yan de, nehat tehliyekirin. Kurt û parêzerên wê jî piştî serlêdanên ji bo îdare û meqamên darazê kirin hay ji vê biryarê bûn. Hat zanîn ku Lijneya îdare û Çavdêriyê bi îdiaya “halnebaşî” tehliyeya Kurt ji bo 3 mehan taloq kiriye û daye 18’ê gulanê. Lijneya Çavdêriyê di 18’ê gulana 2023’yan de civiya û bi hinceta cezayên disiplînê yê di 31’ê çileya 2023’yan de hatiye dayîn, tehliyeya Kurt 8 mehên din taloq kir û civîna nirxandinê ya din ji bo 11’ê çileya 2024’an taloq kir.

Kurt, beriya civîna sêyemîn daxwaznameyek pêşkeşî lijneyê kir û xwest ku parêzerê wê jî tev li civînê bibe. Kurt xwest ku dozger jî tev li civîna servîsa lijneyê ya di 4’ê çileyê de ku beriya civîna nirxandinê dê bihata lidarxistin. Kurt daxwaza xwe bi awayekî devkî ji gardiyanan re ragihand û ji Kurt re hate gotin ku dê lijne di 11’ê çileyê de bicive. Lê belê derket holê ku lijneya servîsê di 4’ê çileyê de civiyaye û di rapora xwe de îdia kiriye ku Kurt qebûl nekiriye tev li civînê bibe. Di civîna lijneyê ya di 11’ê çileyê de jî hat destnîşankirin ku Kurt bi girtiyên di heman qawîşê de tevdigere, ji bo xebatên personelan nabe alîkar, di “lênûska şopandinê” ya rêveberiyê de helwestên wê yên neyînî hatine nivîsandin û hwd. Lê nehat diyarkirin bê ka Kurt çi helwestên neyînî nîşan daye. Lijneyê ji ber van îdiayan jî Kurt bi “halnebaşiyê” sûcdar kir û tehliyeya Kurt heta 9’3e tîrmehê taloq kir.

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzera Kurt, Nûrdan Kiliç der barê rewşê de agahî da Ajansa Mezopotamyayê (MA) da zanîn ku miwekîla wê ji cihên têkildar re gotiye ku dixwaze roja lijne dicive tev li civînê bibe lê biryara ku tehliyeya wê astengkirî jê re hatiye ragihandin. Kiliç, diyar kir ku li heman girtîgehê tehliyeya gelek jinên girtî bi îdiayên weke “Gelek pirtûkan dixwîne, poşman nîne, bihev re dimîne, dernakeve lijneyê” tên taloqkirin û got ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo astengkirina tehliyeyan weke herêmekî pîlot hatiye hilbijartin.