26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

El Burhan parastina darbeyê kir û biryarên nû ragihandin

Serokê Artêşa Sûdanê Abdulfetah El Burhan piştî daxuyaniya darbeya leşkerî îro jî hin biryarên nû ji bo raya giştî ragihandin.

Li gorî daxuyaniya ku di televizyona dewletê ya Sûdanê de hate weşandin, El Burhan biryara betalkirina hemû saziyên dewletê û sendîkayan daye. Ji doh de xetên telefonê û internetê jî hatine birîn. Ji aliyekî din ve îro piştî nîvro Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî civîneke awarte ji bo rewşa Sûdanê li dar dixe. Ev civîn piştî nerazîbûnên navnetewî yên li dijî darbeyê li ser daxwaza DYA, Fransa, Îrlanda û hin welatên din pêk hat.
El Burhan doh jî di televizyona dewletê de bang li gelê Sûdanê kiribû û wiha gotibû: “Artêşê ew gav avêtine ji bo ku welat û şoreşa Sûdanê biparêze û rê li ber avakirina hikûmeteke nû veke.”
El Burhan wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Gelê Sûdanê rêveberiya partî an jî şexsekî bi tenê napejirîne, dîroka Sûdanê şahide ku tucaran rê nedaye kesekî bi serê xwe desthilatiya wî bike û em ji bo daxwazên ciwanên Sûdanê bûne bersiv.”

Doh di xwepêşandanên li dijî darbeya leşkerî de 10 xwepêşandêr hatibûn kuştin û artêşa pêşiya xwepêşandêran girtibû da ku xwe negihînin nêzî navenda biryargeha artêşa Sûdanê.