3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

El Sedir înîsiyatîveke nû bo çareseriyê pêşkêş kir

Ji bo çareseriya krîza siyasî ya li Iraqê ku her diçe kûrtir dibe Muqteda Sedir însiyativeke nû ji bo çareseriyê pêşkêş kir. Di naveroka vê insiyatîvê de tê xwestin ku serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî û serokê Iraqê Berhem Salih ji bo birêvebririna pêvajoyeke demikî peywirên xwe berdewam bikin û di vê pêvajoyê de amadekariyên hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Her wiha Sedir di vê insiyatîva xwe de bang li hevalbendên xwe yên wekî Partiya Demokrata Kurdistanê û Hevgirtina Serweriyê ya bi serokatiya serokê Parlamentoyê Meuhemed Helbûsî kir ku xwe ji parlamentoyê vekişînin û bi wê yekê dê parlamento were betalkirin.

Lê aliyê Çarçoveya Kordînasyonî ya bi serokatiya Nûrî Malikî ku rikbiriyê bi aliyê Sedir re dike şertê ku Muistefa Kazimî li ser peywîra xwe bimîne qebûl nake.

Çarçoveya Kordînasyonî ya ku girêdayî Îranê ye ji siyasetên Kazimî ne razî ye ji ber ew heta radeyeke serbixwe tevdigere û ne li gorî dilê Îranê tevdigere.

Ji aliyekî din ve Sedir jî dixwaze ku Kazimî bimîne ji ber metirsiya ku heke serokwezîrtî bikeve destê Çarçovaya Kordînasyonî dibe ku li dijî rêveberên Sedir dest bi hemleyên tolhildanî bikin.