7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endamên Kongreyê: Bila Reîsî neyê Amerîkayê

Komeke endamên kongreya Amerîkayê ku ji 52 endaman pêk tê, nameyek ji serokê Amerîkayê Joe Biden xwest ku hatina serokê Îranê Ibrahîm Reîsî ya New Yorkê asteng bike. Wekî tê zanîn çav li rê ye ku di vê mehê de civîna Civaka Navnetewî li New Yorkê pêk were. Lewre jî endamên Kongreya Amerîkayê ev name ji Biden re şandin û tê de gotin ku em hêvî dikin hûn nehêlin ku Reîsî û şandeya pê re neyên tev li civîna Civaka Navnetewî ya li New Yorkê bibin.

Di nameyê de behsa kiryarên qirêj û binpêkirinên mafê mirovan ên ku berê serokê Îranê Reîsî li dijî mirovan kiriye, hatiye kirin. Her wiha behsa rola Reîsî ya di darvekirinên 1988’an de hatiye kirin. Endamên Kongreyê bang li Biden kirin ku li gorî madeya 212 ya qanûna koçberî û hemwelatiyê tevbigere û nehêle ku Reîsî derbasî welatê wan bibe.

Di berdewamiya nameyê de wiha tê gotin: “Em bang li we dikin ku hûn destûr nedin serokê Îranê Reîsî û şandeya pê re vîzeya hatina Amerîkayê bigirin û bên tev li civîna Civaka Navnetewî ya li New Yorkê bibin.”