19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KASED salvegera xwe pîroz dike

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) dê sibê ango 11’ê îlonê li Tesîsên Demîrok a Amedê bi armanca salvegera yekemîn a damezrandina xwe, konserekê li dar dixe. Di konserê de dê Koma Heray a li Rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe didomîne û Kolektîfa Rîtmên Azad a li Êlihê dê derkevin ser dika konserê.

Ji perwerdekarên KASED’ê Serap Ergîn, diyar kir ku wan di nava salekê de di gelek beşan de xebat kirine û got: “Heta niha me di kargehên wêne, muzîk, govend, zimanê kurdî, jin û zarokan li dar xistin Berhemên ji van kargehan me wekî pêşandan nîşan dane. Li Mêrsîn û Stenbolê jî konser hatine lidar xistin. Armanca me ya van bernameyan ew e ku çand, huner û zimanê kurdî bigihîje li her derê ku ji van bernameyan bêpar dimînin û em dixwazin çand û hunera kurdî ji gel re parve bikin. Heta niha her cihê ku em çûne bi eleqeyek mezin em hatin pêşwazîkirin û me di van xebatan de jî bernameyên xwe bi zimanê kurdî pêşkêş kirin.”

Armanca wan sazkirina akademiya jinan e

Ergîn,  destnîşan kir ku ew dixwazin di qada çand, huner û wêjeyê de akademiya jinan saz bikin û got: “Me akademiya KASED’ê li ser vê armancê ava kir. Em dixwazin akademiyek jinan ava bikin ku jin û zarok bên li vir perwerdehiyê bibînin. Her wiha em dixwazin piştî vê armanca xwe KASED’ê li bajarên din jî ava bikin.”

Bangawaziya konserê

Di dawiya axaftina xwe de Ergîn, bang li gelê Amedê kir ku di 11’ê îlonê saet di 19:00’an de tev li konsera wan bibin.