17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî

Li dijî talana ku bi mehane li herêma Botanê berdewam dike Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Colemêrgê ji bo tevlibûna Meşa Cûdiyê li avahiya HDP’a Colemêrgê civîna çapemeniyê lidarxistin. Rêveberên ÎHD, OHD, KESK, DÎSK, ekolojist û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de, hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut bi tirkî û rêveberên HDP’ê Kadîr Şahîn jî bi kurdî daxuyanî dan çapemeniyê.

Kadîr Şahîn destnîşan kir ku erdnîgariya Kurdistanê seranserî dîrokê ji hêla dagirkerên ku xwe weke serwer dibînin ve hatiye dagirkirin û xwezaya wê hatiye talankirin û got: “Lê îro qirkirin di asteke jortirîn de û bi rêbazên qirêjtir berdewam dike. Taybetî bi desthilatiya AKP’ê re faşîzm li her qadê belav û qirkirin jî kûrtir bûye. Êrişên li ser dîrok, çand û xwezayê gihîştine asta herî hovane, bi polîtîkayên ku armanca wan tunekirina bîrê ye, êrîşî gelê kurd dikin.”

 ‘Li seranserî Kurdistanê dar tên birîn’

Şahîn diyar kir ku weke encama pêkanînên polîtîkayên şer û bi pergalê bi berdewamkirina şewata daristanan, pergala ekolojiyê tê tunekirin û wiha axivî: “Tevî ku bi rojan şewata daristanan berdewam dike, ji bo tefandinê tu tiştî nakin. Di ser re jî hemwelatiyên ku dixwazin vî agirî bitefînin  asteng dikin. Ji ber polîtîkayên nîjatperest, daristanên ku li Kurdistanê tên şewitandin di çapemenî û medya civakî de cih nagrin, şewata daristanên Kurdistanê ji hêla rêxistinên qaşo ekolojîparêz ve tê şolîkirin, ji ber vê yekê  dengekî xurt dernakeve. Piştî bi şewatê tunekirina daristanan, îro qirkirin gihîştiye astên cudatir. Di serî de li Şirnexê, bi giştî li seranserê Kurdistanê daran dibirin. Hebûnên ku hêmanên bingehîn yên ekolojiyê ne bi pêkanînên şer, her roj li ber çavên me tên tunekirin. Êrîşên tunekirinê yên bi dehsalan in berdewam dikin, îro bi nêrîna rantxwariyê, weke perçe ji laş jê bikin, daran tevî kokên wan ji axê vediqetînin û dibin bajarên cuda difiroşin.”

Ji bo Meşa Cûdî bang kirin

Şahîn bi lêv kir ku kesên li dîrok, çand, nirx û li xwezayê xwedî derdikevin ji bo jiyan bi dawî nebe 17’ê îlonê li Cizîrê bên cem hev bang  li welatiyan kir û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ekolojî bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî  ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin. Ji bo meşa ku bi şiyara ‘ li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê’ ji Cizîrê ber bi Cûdiyê ve, jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî û bang li hemû  gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bên Cizîrê.”

Sazî û dezgehên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “HDP, DBP, ÎHD, OHD, KESK û DÎSK.”

 ‘Desthilata faşîst qira xwezayê tîne’

Parlamentera HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji bo qirkirina xwezeya Kurdistanê bê sekinandin ji bo Meşa Cûdiyê bê lidarxistin banga beşdariyê li hemû welatiyên Colemêrgê kir û wiha got: “Ji aliyê desthilata faşîst û dagirker ve wek însanî, zindî û xwezayî jiyanek lê holê tê rakirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ev desthilata faşîst bi HES’an û di bin navê lêgerîna madenê de talankirina xwezeyê pêk tîne. Di serî de dixwazin çand û xwezaya Kurdistanê li holê rakin. Em jî, ji bo ku ev talan bê sekinandin li dijî polîtîqayên şer li Çiyayê Cûdî li hev bicivin û wan pêkanînan bidin sekinandin.”